SOHR: Hêzên hikumeta Şamê gefa operasyoneke dijwar li Derayê xwar

SOHR, ragihand ku hikumeta Şamê û Firqeya 4'an a girêdayî Îranê bang li rûspiyên Derayê kirin ku çekdaran radest bikin an jî derxînin bakurê Sûriyê, da ku herêm ji operasyoneke leşkerî dûr bixe.

SOHR: Hêzên hikumeta Şamê gefa operasyoneke dijwar li Derayê xwar
25 ÇILE, 2021   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got, hêzên hikumeta Şamê û Firqeya 4'an a ser bi Îranê ve, bang li rûspiyên parêzgeha Derayê kirin 8 çekdaran radest bikin an jî derxîne bakurê Sûriyê, her wiha li bajarê Tefes çekan radest bike da ku li herêmê şerekî dijwar rû nede.

Her wiha ji bo bicihanîna vê bangê 72 saetan muhlet da.

Li gorî SOHR`ê, bi tevlêbûna nûnerên Rûsyayê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê civîneke hate lidarxistin, tê de gefa bikaranîna çekên hewayî hate xwarin ku heger ev daxwaz di dema wê de bi cih neyê.

(eh)