Bi moşekan êriş li balafirgeha Bexdayê hate kirin

Îro di saetên sibê de 4 moşekên katyuşa li derdora balafirgeha paytexta Iraqê ketin. Sîstema parastina hewayî ya Amerîkayê bersiv da û tu agahî der barê ziyanan de nehatine ragihandin.

Bi moşekan êriş li balafirgeha Bexdayê hate kirin
23 ÇILE, 2021   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Iraqê ragihand ku dengê teqînan li derdora balafirgeha Bexdayê hatiye bihîstin. Çavkaniyan diyar kir ku dibe teqîn herî kêm ji ber ketina 4 moşekên katyuşa pêk hatibe.

Girêdayî mijarê çavkaniyên din destnîşan kir ku sîstema parastina hewayî ya li baregeha Victorian a girêdayî artêşa Amerîkayê bersiva êrişa li dijî balafirgehê da û tu agahî der barê ziyanên mirovî de nehatine bidestxistin.
Piştî êrişa xwekuj a li Bexdayê ku di encamê de 32 kes hatin kuştin, êrişa bi moşkan li dijî balafirgehê tê kirin.

Li gorî raporên rayedarên amerîkî ku çeteyên DAIŞ`ê heta niha bi hezeran şikeft û cihên wan ên veşartî li Sûriyê û Iraqê hene û alav, çek, cebilxane û madeyên teqemenî jî li gel wan hene. Çeteyên DAIŞ`ê dixwazin baregehan li herêmên dûrî bajaran ava bikin da ku hikumet negihêje wan.  Parêzgeha Nînewayê ku li ser sînorê Sûriyê ye, ji wan herêman e ku çeteyên DAIŞ`ê tê de hene.

(bx)