Welatên garantor bi civînên Astanayê Sûriyê veguherandin eniyên şer

Gerên Astanayê ku destpêka sala 2017'an dest pê kirin, piştevanên şer veguherandin hêzên garantor ku tevahiya herêmên Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe dabeşî eniyên şer kirin. Her wiha roleke sereke di kûrkirin û girêkkirina aloziya Sûriyê de lîstin.

Welatên garantor bi civînên Astanayê Sûriyê veguherandin eniyên şer
23 ÇILE, 2021   02:31
NAVENDA NÛÇEYAN-AZAD SEFO

Di dirêjahiya 4 salan de, bi mijara dîtina çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re 15 gerên civînên Astanayê li dar ketin. Li şûna ku ev civîn çareseriyekê ji aloziya gelê Sûriyê re peyda bike, lê berjewendiyên Rûsya, Tirkiyê û Îranê li Sûriyê pêk anîn û dagirkirin rewa kir. 

Bi destpêkirina civînên li paytexta Astanayê Kazexistanê, aloziya Sûriyê derbasî pêvajoyeke nû bû ku asta kûrbûn û girêkbûna aloziya Sûriyê piştrast dike.

ASTANA-1; DESTPÊKA PARVEKIRINA HEGEMONYA

Gera yekemîn a civînên Astanayê di 23-24`ê Çileya 2017`an de bi çavdêriya Rûsya, dewleta Tirk û Îranê ku hêzên wan ên leşkerî li Sûriyê hene li dar ketin. Amerîkayê jî li benda destpêkirina serokatiya Donald Trump bû ku were ser erkê, lê dewletên Ewropa û yên Ereb ji dûr ve civîn şopandin.

Civîna Astanayê tenê hebûna lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê-Îranê li Sûriyê û parvekirina hegemonyan piştrast kir. Her sê aliyan di 29`ê Kanûna 2016`an de li ser gurkirina şerê li Sûriyê li hev kir. Pêşniyarên ku ji bo Sûriyê dihatin pêşkêşkirin li ser bingeha nimuneya Helebê bûn anku dema dewleta Tirk çeteyên xwe frotin rejîma Sûriyê û hevalbenda wê ya Rûs.

Dewletên navborî hewl da nimuneya Helebê li ser tevahiya bajarên Sûriyê yên din pêk bîne ku komên çekdar ji bajarên Sûriyê derxin û radestî hikumeta Şamê bikin. Dewleta Tirk li bermaberî Helebê erêkirina Rûsyayê ji bo dagirkirina Cerablus û Babê ên bakurê Sûriyê bi dest xist. Xema sereke ya hikumeta Şamê û Rûsyayê tenê ew e ku bajarên din kontrol bikin.

Di dawiya gera yekemîn a civîna Astanayê de, lihevkirina avakirina mekanîzmeya sêalî ji bo çavdêriya agirbestê û rêgiriina li pêşiya provokasyonan hate ragihandin. Lê lihevkirin pêk nehat û şer û topbaran berdewam kir.

ASTANA -2… HEWLDANÊN MIRÎ

Gera duyemîn a Astanayê di navîna Sibatê de li dar ket. Lê mîna civîna beriya wê jî bê encam bû. Ji wê zêdetir asta astengiyên ku li pêşiya gera din a li hevkirina sê hêzên garantor dibin bend, derxistin holê. Ji ber wê heta di daxuyaniya hevbeş de lihev nekirin.

Gera duyemîn beriya ku destpê bike jî bi binket. Şandeya opozîsyona Sûriyê ku dewleta Tirk, dewletên kendavê mîna Erebistana Siûdî û Qeterê piştigiriya wê dikin, rojekê dereng tev li civînê bû. Dewleta Tirk nûnertiya şandeyê qels kir û di çarçoveya hevalbendiya wê bi çeteyên El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam) de rê neda ku daxuyaniyeke hevbeş a civînê were dayîn.

Ruxmî ku Rûsya berdewamkirina gera duyemîn a ji bo avakirina mekanîzmeyên cidî ji bo çavdêriya agirbestê, ragihand, lê asta hêviyên vê civînê ji civîna wê ya dawîn zêdetir bû. Divê civînê e behsa danîn nexşerêya belavbûna çeteyên El-Nusra li Sûriyê dihat kirin ku Komên nerm cuda bikin, lê ev yek pêk nehat.ji ber ku dewleta Tirk piştgiriya çeteyên Cebhet El-Nusra kir.  

ASTANA-3… AVAKIRINA KOMÎTEYAN Û AGIRBEST PÊK NEHAT

Di gera sêyemîn de ku di navîna Adara 2017`an de li dar ket, piştrast bû ku ev civîn ne kêrhatî ne. Şandeya opozîsyona Sûriyê di destpêkê de qebûl nekir ku tev li civînê bibe û dîsa rojekê dereng ma heta ku tev lê bû.

Mîna her car, lihevkirin di navbera dewleta Tirk, Rûsya û Îranê de bû. Di dawiya vê gerê de, hemûyan lihevkir ku Îranê li rex dewleta Tirk û Rûsyayê bibe hêza garantor a agirbesta li Sûriyê. Rûsya bi vê yekê hebûna Îranê li Sûriyê rewa kir mîna ku dagirkirina bakurê Sûriyê ji hêla dewleta Tirk ve di gerên berê de rewa kir.

Li gorî encmanameya vê gerê de, hêzên garantor li ser avakirina komîteyan ji bo çavdêriya agirbestê û binpêkirina, komîteyên şopandina dosyaya alîkariyan, dosyaya dîlgirtiyan û girtiyan û pêşniyara avakirina komîteya sazkirina destûra Sûriyê lihev kirin. Lê tevî wê jî tiştek li ser erdê nehat guhertin, şer, topbaran û birçîkirin berdewam kirin.

ASTANA -4… KIRIN BEROVAJÎ GOTINÊ

Ev ger destpêka Gulana 2017`an li dar ket.Rûsya, dewleta Tirk û Îranê li ser muzakereyan herêmên “Bê çek” li hev kir ku 4 herêm bin. Lê ruxmî wê jî rijandina xwîna gelên Sûriyê berdewam kir.

Piştî ku şandeya opozîsyona Sûriyê biryara boykutkirina dan û standinên vê gerê da,  lê dîsa tev lê bû. Îran jî ji ber ku neçar ma muzakereyê îmze bikin, careke din jê vekişî.

Li gorî lihevkirina her sê hêzên garantor Rûsya, dewleta Tirk û Îranê, herêmên “Bê çek” ev in: parêzgeha Idlibê, bakurê Himsê, Xûta rojhilat û başûrê Sûriyê.

Piştî gera çaremîn, bi fermana dewleta Tirk tevahiya eniyên şer ên li hemberî hikumeta Şamê rawestîn. Wê demê derfet ji hikumeta Şamê û Rûsyayê re çêbû ku her 4 herêmên “Bê çek” li du hev kontrol bikin. Çeteyên ku qebûl nekirin belgeya radestkirinê îmze bikin ber bi Idlibê ve ya di bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam a terorîst de, hatin veguhestin.

ASTANA -5… LIHEVKIRIN BI BIN KET

Piştî ku sponserên gera çaremîn a civînên Astanayê muzakereya herêmên “Bê çek” îmze kir, gera pêncemîn ku di destpêka Tîrmehê de li dar ketibû, bê îmzekirina belgeyan bi dawî bû. Lihevkirinên girêdayî avakirina 3 herêmên “Bê çek” li parêzgeha Idlib, Hims û Xûta rojhilatê bi awayekî demkî hate pêşdexistin. Aliyên Astanayê Rûsya, dewleta Tirk û Îranê derbarê koordînekirina sînorên wan de lihev nekir.

ASTANA -6… BERJEWENDIYÊN HÊZÊN GARANTOR PÊK HATIN

Di gera şeşemîn de ku di navîna Îlona 2017`an de li dar ket, berjewendiyên hêzên garantor ji bo pêkanîna agirbestê li Sûriyê pêk hatin. Rûsya asta êrişên komên çeteyan ên li dijî Şamê kêm kir û hişt ku hêzên hikumeta Şamê herêmên din vegerîne bin kontrola xwe û doprêç li ser herêmên din ên çeteyan ferz kir da ku wan herêman radest bikin.

Dewleta Tirk jî, bi rêya van civînan mayîna xwe li Sûriyê li herêmên ku ji Tebaxa 2016`an ve dagir kirine, rewa kir. Her wiha sifeta "Çavdêr" girt. Dewleta Tirk bawer nedikir vê yekê pêk bîne bi taybet piştî tevahiya mudexeleyên wê yên di aloziya Sûriyê de bi armanca pêkanîna timayên xwe li herêmê bi bin ketin.  

Dewleta Tirk ew lihevkirin bi kar anîn û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Îran a ku li rex hikumeta Şamê şer dikir, hebûna xwe li Sûriyê rewa kir ji ber ku ji van civînan sifeta çavdêr û hêza garantorê agirbestê girt.

ASTANA -7.. TIŞTEK JI BO GELÊ SÛRIYÊ NEKIR

Gera 7`an a civînan di 30`ê Cotmeha 2017`an de li dar ket, lê bê encam bi dawî bû. Aliyên beşdar bûne li ser mijara berdana girtiyan, bihevguhertina dîlgirtiyan û gihandina alîkariyan bi awayekî domdar ji şêniyên herêmên dorpêçkirî re, li hev nekirin.

ASTANA- 8..HEWLDANA RÛSYA YA XURTKIRINA SERWERIYA XWE LI SER DOZA SÛRIYÊ

Gera 8`an a civînan di 21`ê Kanûna 2017`an de hate lidarxistin. Di encamê de dema lidarxistina kongreyekê li Soçî hate diyarkirin. Rûsya xwe wekî sponserê mezin û lîstokvanê sereke û bi hêz di doza Sûriyê de dibîne.

Dewletên ku sponseriya Astanayê dikin wekî Rûsya, Tirkiye û Îranê di wê gerê de girîngî dan nêzîkirina nêrînên derbarê xetên qalind ên însiyatîfa Rûsyayê de, ku armanc dikir bibe alternatîfa Cinêvê ku ji ber nelihevkirina aliyên beşdar negihaşt ti encaman.

ASTANA -9.. ŞERÊN DOMDAR Û DERXISTINA MIJARA DESTÛRÊ

Gera 9`an a civînên Astanayê di 14`ê Gulana borî de pêk hat, lê dîsa jî encamên girîng bi xwe re neanî. Bi taybetî jî girêdayî dosyayên girtiyan ku di civînên berê yên Astanayê de dosyayeke sereke ya bi girêk bû.

Her sê aliyên garator di dawiya wê gerê de, daxuyaniyeke hevbeş dan. Rûsya, Tirkiyê û Îranê di daxuyaniyê de teqez kirin ku ew amade ne hewldanên ji bo pêkanîna biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya (2254) dewam bikin û piştgiriyê bidin pêkanîna encamên “Kongreya diyaloga nîştimanî ya Sûriyê” li Soçî. Êdî Rûsyayê dest bi propagandeya reşnivîsa destûrê kir ku ji aliyê pisporên rûs ve hatibû nivîsîn.

ASTANA-10..BEHSA AŞTIYÊ DIKIRIN, LÊ KUŞTIN BERDEWAM BÛ

Ev gera civînan jî di 30`ê Tîrmeha 2018`an de hate lidarxistin û her sê welatên ku destwerdan li Sûriyê kirine li ser “Alîkarîdayîna gelê Sûriyê” ji bo vegera jiyana yasayî û destpêkirina danûstandinan ji bo vegerandina koçber û penaberan, li hev kir. Lê belê tiştek ji wan nehat pêkanîn, berevajî wê kuştin, rûxandin û koçberkirinê dewam kir.

ASTANA -11..BINKETINEKE DIN

Di 28`ê Mijdara 2018`an de gera 11`an a civînên Astanyê li dar ket. Em dikarin vê gerê bi du hevokan pênase bikin “Qedera gelê Sûriyê di nava du aliyan de ma” û vê gerê ti encam bi xwe re neanîn. Dihat payîn ku aliyên beşdar avakirina komîteya destûrê nîqaş bikin, lê belê danûstandin hîna di destpêkê de ji ber nakokiyên di navbera Rûsya û James Jeffrey de, têk çûn.

ASTANA -12..NÎŞANEYÊN GURKIRINA ŞER

Gera 12`an di 25`ê Nîsana 2019`an de pêk hat. Di gerê de, hikumeta Şamê nîşaneyên destpêkirina operasyoneke leşkerî li Idlibê ku tê de çeteyên ji seranserê Sûriyê kom bûbûn, xuya kirin.

ASTANA -13.. HÊZÊN GARANTOR LI HEV NEKIRIN

Gera 13`an a civînên Astanayê bi daxuyaniyekê wekî yên berê bi dawî bû. Bêyî ku ti encamên ber bi çav têkildarî pêşketina doza ya komîteya destûrê de bi xwe re bîne, ku derbarê pêkanîna wê de daxuyaniyên bi nakok ên aliyên garantor derketin.

Di dosyaya girtiyan de jî ti pêşketin tune bûn. Nakokiyên li ser çareseriya li Idlibê xuya bûn. Di daxuyaniyê de tekezî bi girîngiya vegera li peymana Soçî ya herêma bêçek li Idlibê û gundewarê bakurê Hemayê hatibû kirin, lê Îran û hikumeta Şamê dibînin ku yên li Idlibê tundrew in.

Nakokiyên di navbera Rûsya û Îranê de li ser beşdarbûna Rûsya ji civîna ewlehiyê ya li Qudisê re û erêkirina wê li ser berdewamkirina êrişên Îsraîlê li dijî nuqteyên Îranê yên li Sûriyê, zêde bûn.

ASTANA -14..DIJMINAHIYA KURDAN Û HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Gera 14`an a dewletên garantor ku civînên Astanayê bi rêve dibirin, li paytexta Kazexistan Nor Sultanê bi dawî bû. Wekî her carê ti pêşketin di civînê de çênebû û tenê li ser dijminahiya kurdan û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kirin.

Dewletên garantor ku Sûriye parçe kirin û demografiya wê guhertin, sozên xwe yên parastina yekitî û serweriya xaka Sûriyê dubare kirin û qebûl nekirin ku rewşa li ser erdê bê guhertin.

Di daxuyaniya dawiya civînê de hatibû destnîşankirin ku Îran, Rûsya û Tirkiyê hemû hewldanên derxistina rewşeke nû li ser erdê û di nav de însyatîfên rêveberiya xweser ên ne rewa, red dikin.

ASTANA -15..DAXUANIYEKE BI GUMAN

Di Nîsana 2020`an de wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiyê û Îranê gera 15`an a civînên Astanayê li dar xist.

Wekî civînên berê yên Astanayê, ev gera civînan jî girêdayî rewşa bakur rojavayê Sûriyê bi daxuyaniyeke bi guman bi dawî bû û ti lihevkirin ji bo bidawîkirina şer bi xwe re neanîn.

Wezîrên her sê welatan teqezî bi pêkanîna xebatên siyasî li Sûriyê li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya (2254) kirin, ku di 18`ê Kanûna 2015`an de ji bo agirbestê û çareseriya siyasî derketibû.

Di gerên 14 û 15`an de, li Idlibê û derdorê wê geşedan û pêşketinên meydanî yên girîng çêbûn. Hêzên hikumeta Şamê bi desteka balafirên Rûsyayê operasyonên leşkerî ji bo kontrolkirina herêmên din, dewam kirin.

Di Çile û Sibata borî de hêzên hikuemtê herêmên berfireh li herêma "bê çek" a 4`emîn, bi dest xistin û li ser gundewarê başûrê Helebê û beşekî mezin ji gundewarê rojavayê Helebê, serwer bû.

Hêzên hikumetê her wiha beşekî mezin ji gundewarên başûr û rojhilatê Idlibê xist bin kontrola xwe, nexasim bajarên Seraqib û Meret Nûman, her wiha nuqteyên din ên bi navê nuqteyên artêşa Tirk ên kevin û nû li derdorê Idlibê, dorpêç kirin.

 XETERIYÊN MEZIN

Têkildarî mijarê, muxalîfê Sûriyê Ehmed El-Durzî wiha got: “Civînên Astanayê ku 4 sal li ser derbas bûn, ji çarçoveya şerê navneteweyî yê mezin, serweriya Amerîka li herêmê û hewldana derxistina Tirkiyê ji NATO`yê, derneketin. Di wê çarçoveyê de derdorên Rûsya û Îranê hewl didan li hemberî hin destkeftiyên siyasî û aborî, Tirkiyê derxin. Bi rêya civînên Astanayê piştî xeteriyên mezin, hin destkeftî li Sûriyê pêk hatin.

El-Durzî destnîşan kir ku bi wan destkefiyan, Şamê herêma navarasta Sûriyê li Himis û Hemayê, her wiha Xûta Rojhilat û hin herêmên din li gorî lihevkirinên Astana û hin parçeyên başûrê Sûriyê, vegerandin.

 ‘PARA MEZIN A DEWLETA TIKR BÛ’

Muxalîfê Sûriyê wiha lê zêde kir: “Berevajî, para dewleta Tirk ji Astanayê mezin bû. Artêşa Tirk bi rêjeyeke mezin li Idlibê bi cih bû, herêmên Efrîn, Cerabilus û herêma ji Girê Spî heta Serêkaniyê dagir kirin. Ew herêm ketin sînorê dewleta Tirk, ku tenê dê bi berxwedaneke mezin jê derkevin.”

El-Durzî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Astana ne spî û ne reş e, ew tiştekî ji her duyan e.”

(şx- cx)

ANHA