Lloyd Austin bû Wezîrê Parastinê yê DYA`yê

Destnîşankirina generalê teqawid Lloyd Austin wek wezîrê parastinê li Senatoya DYA'yê hate pejirandin. Austin dibe amerîkiyê duyemîn ê afîrkî ku ji aliyê Joe Biden ve tê hilbijartin.

Lloyd Austin bû Wezîrê Parastinê yê DYA`yê
22 ÇILE, 2021   19:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Austin yê 67 salî rexmî ku pêdiviya wî bi veqetandek taybetî ji Kongrêsê jî hebû, ji ber ku di vê dawiyê de teqawît bû û ji bo wezîfeyek têkildarî sivîlan hate berbijarkirin, piştgiriyek berfireh ji Demokrat û Komarparêzan girt.

Austin sêşema borî anku piştî beşdarbûna leşkeran bi cilên sivîlan di êrişa 6'ê Çileyê de ya li dijî Capitol, soz dabû ku ew ê li dijî tundrewên di artêşa Amerîkayê de şer bike.

Austin li pêşiya Komîteya Hêzên Çekdar a Sentoyê de got: "Çalakiyên ku di demên dawî de di nava hêzên me de rû dane, ji nejadperestî û tundrawiyê tê. Ev qet nayê qebûlkirin...Heya karibim ez ê kar bikim da ku hêzên xwe ji nejadperast û tundrawan xilas bikim."