‘Efrîn çîroka hêvî, têkoşîn û berxwedanê ye’

Şervanên enternasyonal ên YPG`ê destnîşan kirin ku 20`ê Çileyê rojeke ku tê de hevalên xwe yên şehîd bi bîr tînin û gotin: “Erînê ne tenê çîroka sûc û çewisandinê ye, Efrîn çîroka hêvî, têkoşîn û berxwedanê ye.

‘Efrîn çîroka hêvî, têkoşîn û berxwedanê ye’
22 ÇILE, 2021   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 3`yemîn salvegera destpêkirina êrişên artêşa Tirka a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê, şervanên enternasyonal ên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyanî dan û piştrast kirin ku berxwedan û têkoşîna wan heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî berdewam e û dê tekez bi serbikevin.

Daxuyanî wiha ye:

Di Çileya 2018`an de dewleta Tirk a faşîst bi serkêşiya hikumeta Erdogan bi navê ‘Çiqilê Zeytûnê’ tevî bi hezaran çeteyan, êrişî bajarê Efrînê kir. Lê ew êriş rastî berxwedaneke dîrokî û afsanewî ya şervanên YPG û YPJ`ê hat.

Efrîn ji herêmên Sûriyê yên herî ewle bû. Li Efrînê, demokrasî, jiyana komînal, projeyên hawîrdorê û azadiya jinan hebû.

Efrîn ji bo sedan êzidiyên ku ji ber terora DAIŞ`ê reviyabûn, stargeheke bi ewle bû.

Niha Efrîn bûye komeke kavilan. komên cîhadî milkên şêniyên ku mane, talan dikin, xwezaya Efrînê xirab dikin, cihên çandî û dîrokî wêran dikin, dest davêjin jinan, wan direvînin û bi dare zorê didin zewicandin.

Dewleta Tirk bi destûra NATO`yê bi rêya çeteyên xwe yên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ şêniyên Efrînê yên resen dikin hedef.

Ji destpêka êrişa artêşa Tirk ve, dewleta Tirk hewl da herêmê tev li axa Tirkiyê bike. Îro zarokên herêmê li ser rêgez û îdeolojiya xwe bi zimanê tirkî perwerde dikin. Her wiha pereyên Tirk li wan herêmên li ser gel tên ferzkirin û postxaneya tirkî hatiye vekirin. Li kêleka wê yekê dîwar li dor herêmên dagirkirî tê lêkirin.

Lê belê, Efrîn ne tenê çîroka sûcan û çewisandinê ye, ew çîroka hêvî, têkoşîn û berxwedanê ye.

Gelek kesên enternasyonal cihê xwe di berxwedana Efrînê de girtin. Hevalên me yên ji seranserê cîhanê û ji îdeolojiyayên cuda tev li xebatên parastinê yên leşkerî û sivîl bûn. Hevalên me Olivier François Jean-Le-Kleinshe (Kendal Breizh), Haukor Helmarson (Şahîn Huseynî), Anna Campbell (Hêlîn Qereçox) û bi dehan hevalên din di vê berxwedanê de şehîd bûn.

Li Kurdistanê em dibêjin ‘Şehîd Namirin’, şehîdên me namirin ji ber ku em wan bibîr tînin. Bîranîn tê wateya şerkirin, şerkirin jî bîranîn e. 20`ê Çileyê roja ku em hevalên xwe yên ku tev li vê şoreşê bûne û ji bo parastina herêmê şehîd bûne, bi bîr tînin. Ev roja ku em bînin bîra xwe ku divê em xeteke diyar di navbera xwe û dijmin de çêkin. Da ku tişta rûdayî ji bîr nekin û di sal, meh û berxwedana xwe de hêzê jê bigirin. Da ku em karibin cihê xwe di vê şoreşê de bigirin û rolekê di Rojava û Rêveberiya Xweser a azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bilîzin. Ne girîng e ku em tev li xebatên leşkerî yan jî civakî dibin. Ya girîng ew e ku em têbigihêjin wê yekê ku ne pêkane civakeke pê parastin bi serkeve.

Em careke din tekez dikin ku Rojava şoreşa hemû kesên ku tev lê bûne ye. Rojava axa me hemiyan e. Li vir em dikarin beşek ji xewna xwe ya avakirina jiyana azad, pêk bînin.

Wekî hevalên beriya me, wekî şervanên enternasyonal erka me ye jî ku em li hemberî dijminên şoreşê li ber xwe bidin, dagirkeran ji Efrînê, Rojava, Kurdistanê û Rojhilata Navîn derxin.

Îro dixwazin gelek kêliyên şad û zehmetiyên ku em tê re derbas bûne jî bi bîr bînin û em dibêjin teqez em ê bi serkevin. Bijî berxwedana Efîrn û Kurdistanê, Bimire faşîzim li Tirkiyê û cîhanê, Bijî hevgirtina enternasyonalîst!.”

(şx)