Cezayên muhtemel… yekemîn nîşaneyên nakokiyên Biden û Rûsyayê

Nîşaneyên pêşîn ên nakokiya di navbera Biden û Moskovê de diyar dibin. Rêveberiya nû ya Amerîkayê plan dike ku ji ber rola wê di êrişên eleketronîk de cezayên din li Rûsyayê ferz bike.

Cezayên muhtemel… yekemîn nîşaneyên nakokiyên Biden û Rûsyayê
22 ÇILE, 2021   12:01
 NAVENDA NÛÇEYAN

Derbarê stratejiya rêveberiya nû ya Amerîkayê li ser têkiliyên bi Rûsyayê re, berdevkê Pentagonê duh gotibû: “Stratejiya me li hemberî astengiyên ku Rûsya derdixe, diyar e.”

Du rayedarên payebilind ên Koşka Spî destnîşan kirin ku rêveberiya nû plan dike ku cezayên din li Rûsya ferz bike, ji ber rola wê di êrişên eleketronîk yên li dijî saziyên fermî yên Amerîkayê de.

Li gorî rojnameya “Washington Post” ku agahiyên xwe spartin rayedarekî payebilind ê Koşka Spî, dê ceza li gorî nirxandineke îstixbaratê li ser çalakiyên dawîn ên Rûsyayê bên ferzkirin.

Li gorî rojnameyê, tê payîn ku di raporê de êrişên eleketronîk, asta mudexeleya Rûsyayê di hilbijratinên serokatiya Amerîkayê yên dawîn de û bikaranîna çekên kîmyasal li dijî serokê muxalefeta Rûsyayê Alexey Navalny bên destgirtin. 

Rayedarekî din ê payebilind ê Koşka Spî diyar kir ku li gorî wan nirxandinan, dê bersiva guncaw li hemberî êrişên hefteyên dawîn ên Rûsyayê, bê diyarkirin.

Li aliyekî din, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku ew bi hêvî ne ku rêveberiya nû ya Amerîkayê hevsengiyê di têkiliyên bi Rûsyayê re pêk bîne.

 (şx)