Balafirên Îsraîlê nuqteyên hikumeta Şamê kirin hedef

Balafirên şer ên Îsraîlê vê sibehê gelek nuqteyên leşkerî yên hikumeta Şamê li gundewarên Hema, Şam û Tartûsê kirin hedef.

Balafirên Îsraîlê nuqteyên hikumeta Şamê kirin hedef
22 ÇILE, 2021   07:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera El-Erebiye ragihand ku sîstema parastina asîmanî ya hikumeta Şamê vê sibehê bersiva êrişên asîmanî yên Îsraîlê li parêzgeha Hemayê û nuqteyên li gundewarên Şam û Tartûsê li beravên Sûriyê, daye.

Dezgehên çapemeniyê da zanîn ku sîstema parastina asîmanî bersiva moşekan daye ku li dijî nuqteyên leşkerî li herêma Qelemûna a bakurê rojhilatê Şamê hatine avêtin.

Di hefteyên derbasbûyî de, Îsraîlê li dijî nuqteyên komên alîgirên Îranê li gelek herêmên Sûriyê nexasim li rojhilatê Sûriyê, gelek êrişên asîmanî pêk anîn.

Li gorî SOHR`ê, hefteya borî Îsraîlê êrişên herî dijwar ên ji beriya 2 salan ve li dijî komên li Dêrazorê pêk anîbûn û di encamê de 40 endamên wan koman hatibûn kuştin.

Çavkaniyekî leşkerî yê Îsraîlê hefteya borî hişyarî dabû ku dê welatê wî êrişên dijwar bidomîne û tekez kir ku dê Îsraîl êrişên asîmanî li Sûriyê zêde bike.

(cx)