YE: Divê Tirkiyê li hember mafên mirovan rêzdar be û Demirtaş serbest berde

Parlamentoya Ewropayê destnîşan kir ku divê dewleta Tirk li hember mafên mirovan li Tirkiyê rêzdar be û ji bo têkiliyan bi Enqereyê re bi pêş bixin, divê Selahettin Demirtaş serbest berde.

YE: Divê Tirkiyê li hember mafên mirovan rêzdar be û Demirtaş serbest berde
21 ÇILE, 2021   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama komseriya Ewropayê Helena Dali piştrast kir ku divê dewleta Tirk li hember mafên mirovan rêzdar be, da ku têkiliyên ewropî-tirkî bi pêş bikevin.

Li aliyekî din jî, îro parlamentoya Ewropayê bang li dewleta Tirk kir ku divê opozîsyoner Selahedttin Demirtaş yekser berde û da zanîn ku ji 2016’an de hatiye girtin û ji mafên bingehîn hatiye mehrûmkirin.

Parlamentoyê eşkere kir ku hevserokê berê yê HDP’ê di girtîgeha Iderne ya dewleta Tirk de ye û tê de rastî kiryarên nebaş tê.

(fr)