Şêniyên Hecînê hevserokên nû yên meclisa xwe hilbijartin

Meclisa Gel a Hecînê îro ji bo ku ji nû ve sazûmaniya Meclisa Gel ava bikin, civîneke berfireh li dar xist û hevserokên nû ji meclisê re hatin hilbijartin.

Şêniyên Hecînê hevserokên nû yên meclisa xwe hilbijartin
21 ÇILE, 2021   14:10
DÊRAZOR

Şêniyên bajarokê Hecînê, cîgirê hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê, endamên saziyên girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê û endamên meclisên herêmî yên girêdayî Meclisa Gel a Hecînê beşdarî civîna bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, cîgirê hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Ebdulrezaq El-Rehîm axivî û behsa bingehên avakirina meclisê, rola gel û birêxistinbûn, armanc û erkê wê kir. El-Rehîm got: "Meclis ji bo ku şênî kar û barên xwe bi xwe bi rê ve bibin û li gorî rêgezên rêveberiya xweser, pêdiviyên xwe peyda bikin, dê xebatên xwe berfireh bike."

Piştre Selah El-Selman û Eyde El-Colan wek hevserokên nû yên meclisê hatin hilbijartin. Her du hevserokan sond xwar ku ew ê erka xwe li gorî bingehên neteweya demokratîk bi cih bînin.

Tê zanîn ku Meclisa Gel a Hecînê xizmeta şêniyên herêma Ebû Hemam û heta Baxozê dike û gelek nivîsgeh û komîte girêdayî wê hene.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jazv2IhDo5c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>