Hulusî Akar li Iraqê ye, gelo serdana di vê demê de dê çi encaman bi xwe re bîne?

Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar roja duşema derbasbûyî gihaşt paytexta Iraqê Bexda'yê û piştre çû Başûrê Kurdistanê (Hewlêr), li beriya serdanê, tu dezgehên çapemeniyê behsa wê yek nekirin. Gelo dê encamên serdanê çi bin?

Hulusî Akar li Iraqê ye, gelo serdana di vê demê de dê çi encaman bi xwe re bîne?
20 ÇILE, 2021   02:51
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Di demekê de ku hewldanên dewleta Tirk ên berfirehkirina serweriyên li Iraqê dike de, ku vê yekê jî bi rêya şantejkirina Bexdayê di gelek dosyayan de pêk tîne, ji wan pirsgirêka avê ye, Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar roja dûşema derbasbûyî beyî  ku tu ragihandin behsa vê yekê bike gihaşt Iraqê.

Hikumeta Mistefa Kazimî beriya niha bi hikumeta Tirkiyê re dosya avê nîqaş kir û hêvî kir ku têkildarî ava Dicleyê bigihêjin peymanekê. Dewleta Tirk avakirina projeyên mezin ên li ser ava Dicleyê rewa kirin û tê payîn  ku ev yek para Iraqê di ava çem de kêm bike.

Wezîrê Avê yê Iraqî Mihdî Reşîd beriya niha ragihandibû ku welatê wî bi awayekî fermî protokola hevkariyê ya têkildarî qada avê ku beriya niha Meclisa wezîran biryara wê dabûn, radestî dewleta Tirk kiriye. Protokola hevkariyê ji pêşniyara berdana avê ya birêkûpêk, pêk tê ku Iraqê dixwaze ji ava Dicleyê bigire.

Piştî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên di hundirê fedraliya Iraqê de, di navbera her du welatan de aloziyeke diyarker derket holê, di heman demê de dewleta Tirk di van mehan de malên Iraqê bi bıhaneya pêkanîna daxwazên Ewropa yên girêdayî şûştina pereyan (spîkirina pereyan) cemidandin.

Di Kanûna 2020`an de serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tevî şandeyeke hikumî serdana dewleta Tirk kiribû û bi mezinên rayedarên li Tirkiyê re civiyabû, di serê pêşîn de Recep Teyyîp Erdogan bû.

Serdan tenê rojekê dewam kir û beriya wê behsa dosyên bi kelem hatibû kirin, lê ji bo van dosyan jî ne cidî bû.

Mijar der barê 8 dosyên girîng ên li ser asta ewlekariyê, aborî, mizextkarî, enerjî, av, girêdana tranê, vîza û pereyên cemidandî û dosya kurdî de bû.

ꞌENQEREYÊ DI QADA HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ DE GAVÊN PÊŞWEXT DIAVÊJINꞌ

Têkildarî vê yekê Lêkolînerê Têkiliyên Navneteweyî Dr. Iyad El-Mecalî got ku ji hêla Enqereyê ve guhartinên diyarker hene û hewldana berfirehkirina diyalogên têkildarî pirraniya dosyên bigirêk dike, heta gavên pêşwext jî diavêje.

Dr. Iyad diyar kir ku lihevanîna Kendavê û erkdarkirina serok Joe Biden bandorê li qada herêmî û navneteweyî dikin.

Dr Iyad El-Mecalî da zanîn ku dewleta Tirk nakokiyên kendavî û  rewşa welatên Ereban a têkildarî aloziyên li Sûriyê, Iraqê, Yemenê û Leybayê keysbaz kir û li ser hesabên van nakokiyan projeyên xwe yên berfirehkirina rûberên dagirkeriyê pêk tîne. Her wiha siyasetên serok Trump di rêvebirina dosyên herêmê de keysbaz kir.

Der barê serdana Xulusî Akar a di vê demê de, Iyad El-Mecalî eşkere kir ku liv û tevgera Hulusî Akar a di vê demê de ji bo sivikkirina rageşiyên ku Enqereyê di van her 4 hefteyên dawîn de çêkiriye û hewldana derxistina niyetên baş ên rêveberiya Amerîkayê ye û îşaretê pê bike ku ji bo misogeriya aramiya li herêmê kar û xebatê dike.

ꞌERDOGAN HÎN JÎ PIRSGIRÊKAN DERDIXEꞌ

Iyad El-Mecalî îşaret kir  ku Erdogan hîn jî di nava behsa xeteriya Partiya Karkerên Kurdistanê dike û der barê vê de zextê li ser desthilatên herêma Başûrê Kurdistanê dike.

Iyad da zanîn ku dewleta Tirk piştgiriyeke siyasî dixwaze, her wiha dixwaze heta demeke dirêj  petrola Başûr bi dest bixe, li baregeha Mûsilê hebûna hêzên dewleta Tirk berdewam bike û behsa para Iraqê di ava ku ji çemê Dicleyê tê neke.

ꞌSERDAN KOSMETÎK Eꞌ

Der barê serdanê de Lêkolînerê Têkiliyên Navneteweyî Dr .Iyad El-Mecalî got ku serdan kosmetîk e û astengiya Tirkiyê li Iraqê bi taybet nayê sekinandin, dosya pir in û encamên ji serdanê xwestekên rayedarên siyasî yên li Hewlêrê û Bexdê pêk nayne. Ji ber Enqereyê di dîrokê de li hemberî Iraqê stratejiyeke kevnare meşandiye.

(eh)

ANHA