Di beşê 8`an de malbatên ji herêma Cizîrê ji kampa Holê derketin

Rêveberiya Kampa Holê di çarçoveya pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser de, beşê 8`an ji koçberên ji bajarên Bakur û Rojhilatê bi rêkirin. Beşê 8`an ji 31 malbatên herêma Cizîrê pêk dihat.

Di beşê 8`an de malbatên ji herêma Cizîrê ji kampa Holê derketin
19 ÇILE, 2021   12:19
HESEKÊ

Derketina koçberan ji kampê di çarçoveya pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di civîna 10'ê Cotmeha 2020'an de, pêk tê ku di navbera Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Hundirîn de hatibû lidarxistin.

Piştî ku navên malbatên dixwazin ji kampê derkevin hatin tomarkirin û belgeyên ku pêşkêşî rêveberiya kampa Holê kirine hatin piştrastkirin,  îro (sêşemê) beşê 8`an ji kampê derket.

/ar/uploads/files/2021/01/19/110221_2.webp

Beşê ku îro ji kampê derketiye ji 31 malbatên ji 99 kesan pêk tê, ku piraniya wan zarok û jinên ji bajarên herêma Cizîrê ne, pêk dihat.

Endama rêveberiya kampa Holê, Hemrîn Hesen got: “Piştî ku me belgeyên wan di ber çav re derbas kirin û em piştrast bûn ku ew ji herêma ku dixwazin biçinê ne, beşê 8`an hate birêkirin.”

Hemrîn diyar kir ku ew niha navên nû yên dixwazin ji kampê derkevin qeyd dikin, lê bajarên wan an dîroka derketina wan eşkere nekir.

Dê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi rêwîtiya koçberan re bin da ku wan bi ewle bigihînin cihê ku dixwazin û radestî xizmên wan bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beşê 7`an ê koçberên li kampa Holê di 10`ê Kanûna 2020`an de ji kampê derketibû.

ANHA