Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê piştgiriyê dide çalakiya greva birçîbûnê

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê tekez kir ku ew ê bi çalakiyan destekê bidin girtiyên siyasî heta ku bigihêjin armanca xwe û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rakin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê piştgiriyê dide çalakiya greva birçîbûnê
17 ÇILE, 2021   13:25
QAMIŞLO – LÎLAV DÊWANÎ

Çalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên ji bo hemleya greva birçîbûnê  ku di 27`ê Mijdara derbasbûyî de ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, didomin.

Konê çalakiyê di 12`ê Çileyê de li parka beramberî Komseriya NY`yê ya li Qamişloyê hate vedan.

‘EM Ê DESTEKÊ BIDIN GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN DI BERXWEDANA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE‘

Ji rêvberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Cizîrê Mezlûm Xelef îşaret pê kir ku ew ê piştgiriya hemleya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya di zindanên dewleta Tirk de bidomînin û wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan rêberê mirovatiyê û fikrên azad e. Armanca Rêbertî û siyasetmedaran gihandina ciwanên xwedî îrade ye, ji ber wê jî em ê piştgiriyê bidin wan."

Mezlûm Xelef diyar kir ku sedema ku dihêle dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan ferz bike û mafên girtiyan siyasî binpê bike, zîhniyata wê ya li dijî fikrên azad e ku rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ji xwe re esas girtine.

Mezlûm Xelef destnîşan kir ku bi rêya çalakiyên xwe peyamekê didin NY`yê, raya giştî ya cîhanê û dewleta Tirk û ew ê berxwedana xwe bidomînin heta ku bigihêjin armancên xwe. Mezlûm Xelef wiha domand: "Em peyamekê didin girtiyên di greva birçîbûnê de ku em wek ciwanên şoreşger dê bi wan re bin."

Mezlûm Xelef bang li ciwanan kir ku destekê bidin hemleya girtiyên siyasî, dest bi lidarxistina çalakiyan ji bo girtiyên di zindanên dewleta Tirk de yên xwedî firkên azad, bikin.

‘HETA AZADKIRINA RÊBERTÎ EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Qamişloyê Dijwar Elî jî komployên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirinên wê yên li dijî rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî şermezar kirin û tekez kir ku wekî ciwanên şoreşger ew ê xwedî li berxwendana girtiyên siyasî ya li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan, derkevin û sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk li dijî girtiyan re deynin û wiha got: “Heta azadkirina rêber Ocalan û girtiyên siyasî, em ê li ber xwe bidin û dev ji piştigriya wan bernadin heta ku em armancên wan pêk bînin.”

Elî bang li ciwanan kir ku li hemberî binpêkirinên li dijî rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê bisekinin û got: “FelsefeyaRêbertî ne tenê ji bo pêkhateyekê ye, lê belê ew felsefe ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê ye.”

‘DIVÊ CIWAN HEVGIRTÎ BIN Û FIKRÊN RÊBER OCALAN BELAV BIKIN’

Endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Til Koçerê Mistefa El-Şiblî jî binpêkirinên hikumeta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî bi “terorê” bi nav kirin. El-Şiblî got: “Binpêkirinên hikumeta Tirk li dijî mafên mirovan in. Ew bi hemû hêza xwe hewl dide azadîxwazan bê deng bike û naxwaze ku fikrên neteweya demokratîk û biratiya gelan ên rêber Ocalan belav bibin.”

El-Şiblî bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî û raya giştî ya cîhanê kir ku li hemberî wan binpêkirinan helwestên cidî nîşan bidin û tekez kir ku wek Tevgera Ciwanên Şoreşger ew ê bi çalakiyên xwe li dijî binpêkirinan bisekinin û tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bikin. El-Şiblî bang li ciwanan jî kir ku hevgirtî bin û fikra neteweya demokratîk di nava civakan de belav bikin.

(bx-cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XCTwJ7tp7l0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>