Tirkiyê li baregeha leşkerî ya li nêzî Eyn Îsayê bircekî din ava kir

Dewleta Tirk a dagirker di nava du heteyan de li ser rêya M4 ya rojavayê Eyn Îsayê, li baregeha xwe ya leşkerî bircekî din a çavdêriyê, ava kir.

Tirkiyê li baregeha leşkerî ya li nêzî Eyn Îsayê bircekî din ava kir
16 ÇILE, 2021   19:46
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker li bakurê gundê Muelek ku tenê 500 metre ji bakurê rêya M4 dûr e du baregeh ava kirine, tê de radar, alavên leşkerî, çekên giran hene, li derdora baregehê stirên axê hene.

Dewleta Tirk a dagirker, şeva berê li baregeha ku 3 kîlometre dûrî Eyn Îsayê ye, bircekî çavdêriyê ya bilind çêkir, da ku tevgerên li ser rêya M4 û başûrê wê bişopîne.

Baregeha leşkerî ya dewleta Tirk ku bi kîlometreyekê dûrî nuqteya hevbeş a QSD’ê, hêzên hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê ya li ser rêya başûrê rêya M4 e.

Dewleta Tirk a dagirker avakirina baregeha leşkerî ya ku bi 2 kîlometere li nêzî gundê Seyda ye, di 23’yê Mijdara par de bi dawî kir.

Ji wê baregehê de, herêmên cuda yên Eyn Îsayê hatin topbarankirin, di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji desta û 16 jî birîndar bûn.

Li eniyên şer, piştî du mehên ji êrişên leşkerî yên dewleta Tirk û bi sedan topbaranên li dijî bajarok û gundewarên li ser rêya M4, rewşeke arama ya bildar heye.  Piştî wan êrişan çeteyên girêdayî dewleta Tirk hewl dan derbasî gelek gundên li ser sînorê rojhilat û rojava yê bajarokê Eyn Îsayê bibin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wGMvZfZmVb8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>