Şêniyên Efrînê xwepêşandanek li pêş navenda lihevanînê ya Rûsyayê li dar xist

Îro bi sedean şêniyên herêma Efrînê xwepêşandanek li pêş navenda lihevanînê ya Rûsyayê ya li kantona Şehbayê li dar xist. Xwepêşandan ji bo şermezarkirina siyaseta hikumeta Şamê û Rûsyayê ya ferzkirina dorpêça li ser şêniyên herêma EFrînê û qedexekirina derbasbkirina madeyên bingehîn ji kantonê re, li dar ket.

Şêniyên Efrînê xwepêşandanek li pêş navenda lihevanînê ya Rûsyayê li dar xist
Şêniyên Efrînê xwepêşandanek li pêş navenda lihevanînê ya Rûsyayê li dar xist
Şêniyên Efrînê xwepêşandanek li pêş navenda lihevanînê ya Rûsyayê li dar xist
Şêniyên Efrînê xwepêşandanek li pêş navenda lihevanînê ya Rûsyayê li dar xist
Şêniyên Efrînê xwepêşandanek li pêş navenda lihevanînê ya Rûsyayê li dar xist
Şêniyên Efrînê xwepêşandanek li pêş navenda lihevanînê ya Rûsyayê li dar xist
Şêniyên Efrînê xwepêşandanek li pêş navenda lihevanînê ya Rûsyayê li dar xist
16 ÇILE, 2021   17:17
ŞEHBA

Bi sedean şêniyên Efrînê ji Kurd, Ereb û Tirkmen li ser rêya kampa Berxwedanê ya girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn ku siyaseta hikumeta Şamê û Rûsyayê ya ferzkirina dorpêçê li dijî wan şermezar bikin.

Xwepêşandêran pankartên "Gel nekin qurbaniya siyasetên xwe", "Dewlemendiya Sûriyê ji tevahî gel re ye", "Na ji siyaseta dorpêçê ya li dijî gelê Efrîn û Şehbayê re", "Em ji zeytê mehrûm kirin, dê me ji mazotê jî mehrûm bikin" û "Mixabin û şerm e ku Rûsya ji sedî 40 ji mazotê dixwaze" hildan.

Şênî ber bi navenda lihevanînê ya Rûsyayê ya li gundê Wehşiyê yê navçeya Fafînê ya Şehbayê ve meşîn, li wir şandeyek ji 6 kesan ku nûnertiya şêniyan dike, bi berpirsên li navendê re civiyan.

Şandeya ku bi berpirsên navendê re bi dema nîvsaetê civiye, ji şêniyan re piştrast kir ku rêveberiya navendê dê bersiva xwestekên şêniyan bidin û bihêlin madeyên xwarinê û sotemenî derbasî kantonê bibin.

Hikumeta Şamê ji 3 salan ve dorpêçeke giran li dijî kantona Şehbayê ferz kiriye, nahêle madeyên bingehîn, bi taybet sotemenî, xwarin û derman derbas bibin.

Şêniyên herêma Efrînê yên ku di encamên êrişên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de di 2018’an de neçarî koçberiya li Şehbayê bûne, eşkere kir ku ev dorpêç ji rêbazên fişarê yên li dijî berxwedan û koçberên Efrînê ye.

(fr)

ANHA