Helbestvan Yûsif Berazî li Dêrikê hate bibîranîn

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bi şevbuhêrkekê helbestvan Yûsif Berazî (Bêbuhar) di salvegera 12'an a wefata wî de bi bîr anî.

Helbestvan Yûsif Berazî li Dêrikê hate bibîranîn
Helbestvan Yûsif Berazî li Dêrikê hate bibîranîn
Helbestvan Yûsif Berazî li Dêrikê hate bibîranîn
Helbestvan Yûsif Berazî li Dêrikê hate bibîranîn
Helbestvan Yûsif Berazî li Dêrikê hate bibîranîn
Helbestvan Yûsif Berazî li Dêrikê hate bibîranîn
Helbestvan Yûsif Berazî li Dêrikê hate bibîranîn
Helbestvan Yûsif Berazî li Dêrikê hate bibîranîn
15 ÇILE, 2021   17:32
QAMIŞLO

Şevbuhêrk li navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya bajarê Dêrikê bi beşdarbûna gelek rewşenbîr, helbestvan, nivîskar û nûnerên partiyên siyasî hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan, hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Dêrikê Saliha Qasim helbesteke Yûisf Berazî xwend. Nivîskar Biradost Mîtanî behsa dîrok û têkoşîna helbestvan Berazî kir.

Her wiha gelek helbestvanan, helbest xwendin.

Helbestvanê Kurd Yûsif Berazî (Bêbuhar) sala 1931'an li bajarê Babê ji dayik bû, di sala 1954'an de berî dide herêma Cizîrê û li bajarê Serêkaniyê bi cih dibe. Yûsif Berazî 15'ê Çileya 2009'an de wefat kir.

Biraziyê helbestvan Yûsif Berazî, Şewket Berazî ji ANHA'yê re axivî, spasiya Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê kir ku ev şevbuhêrka bîranînê li dar xistiye û li ser helbestên Berazî jî wiha got: "Piraniya helbestên nemir Yûsif Berazî klasîkî in, 5 dîwanên wî hene, ji wan Serxwebûn, Bang û Raperîn. Hemû berhemên wî hatin çapkirin."

Şewket Berazî destnîşan kir ku nemir ji bo dewlemendkirina çand û zimanê Kurd kedeke mezin da, di sala 1966'an de ji aliyê rejîma Baas'ê ve hate girtin û di girtîgehê de helbesta xwe ya bi navê Heps û Zindan nivîsand, ku her welatiyek Kurd parve dike û gelek hunermendên Kurd, di serî de nemîr Mihemed Şêxo kirine stran.

Helbestvanê nemir Yûsif Berazî her tim banga yekitiyê li kurdan dikir.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uNJi2OftAsg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>