SOHR: Piştî bombebarana Îsraîlê, dron li asîmana El-Bû Kemal digerin

SOHR`ê ragihand ku dronên nenas li asîmana bajarê El-Bû Kemal û li seranserî sînorên Sûriyê-Iraqê difirin.

SOHR: Piştî bombebarana Îsraîlê, dron li asîmana El-Bû Kemal digerin
13 ÇILE, 2021   19:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku piştî çend saetan ji êrişên Îsraîlê yên li dijî herêmê, dronên nenas heta van kêliyan li asîmana bajarê El-Bû Kemal û li ser dirêjahiya sînorên Sûriyê-Iraqê yên li gundewarên Dêrazorê digerin.

Girêdayî heman mijarê, navendê bi bîr xist ku hejmara winahiyên ji ber êrişa Îsraîlê ya li dijî Dêrazorê ku barbenga vê sibê pêk hatine, zêde bû û herî kêm 40 kes hatin kuştin û 37 kesên din jî birîndar bûn.

(şx)