Sewqiyatên dagirkeriya Tirk ber bi "herêma bêçek” ve dewam dikin

Artêşa Tirk a dagirker şeva din nêzî 15 wesayîtên leşkerî ber bi nuqetyên xwe yên li çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê ve şandin.

Sewqiyatên dagirkeriya Tirk ber bi "herêma bêçek” ve dewam dikin
12 ÇILE, 2021   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirk a dagirker nêzî 15 wesayîtên leşkerî yên bi alavên leşkerî û lojîstîk barkirî, di dergeha Kefer Lûsîn a li ser sînorê Lîwa Îskenderon re, derbasî xaka Sûriyê kirin û ber bi nuqteyên xwe yên li çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê ve şandin.

Ji destpêka agirbesta nû ya di Adara borî de û heta niha nêzî 8 hezar û 30 wesayîtên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker û 10 hezar leşkerên Tirk derbasî xaka Sûriyê kirine.

Ji 2`yê Sibata 2020`an ve û heta niha, zêdetirî 11 hezar û 530 kamyon û wesayîtên leşkerî yên dagirkeriya Tirk ku tê de tank, erebeyên veguhastina leşkeran, panzêr û radarên leşkerî hebûn, ketine xaka Sûriyê.

 (cx)