DYA dê belgeyên veşartî yên li ser têkiliya Îranê bi El-Qaîdeyê re eşkere bike

Çavkaniyan ragihand ku wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo niyet dike ku agahiyên îstixbaratî yên têkildarî têkiliya Îranê bi rêxistina El-Qaîdeyê re, eşkere bike.

DYA dê belgeyên veşartî yên li ser têkiliya Îranê bi El-Qaîdeyê re eşkere bike
12 ÇILE, 2021   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku malpera El-Erebiye ji ajansa Reutersê wergirtine, wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mike Pompeo niyet dike ku agahiyên îstixbaratî yên têkildarî girêdana Îranê bi El-Qaîdeyê re ku cara yekê ye eşkere dike, bi kar bîne.

Pompeo demek berê li ser hesabê xwe yê Twitterê gotibû ku DYA`yê agahiyên girêdayî bikaranîn û bazirganiya Îranê bi çekên kîmyewî di şerê Lîbya-Çadê de, eşkere kirine.

Wezareta Karên Derve ya Îranê bi dayîna çekên kimyewî ji serokê berê yê Lîbyayê Muemer Qedafî re di dema şerê Lîbya-Çadê yê di salên 1980`yî de, hate tawanbarkirin.

 (cx)