Şêniyên Reqayê êrişên dewleta Tirk ên dijî Eyn Îsayê şermezar kirin

Bi dirûşma “Hêzên dewleta Tirk têk bibin û Sûriyek pirreng û nenavendî ava bikin” Partiya Sûriya Pêşerojê li gundewarên başûrê Reqayê meşek organîze kir.

Şêniyên Reqayê êrişên dewleta Tirk ên dijî Eyn Îsayê şermezar kirin
10 ÇILE, 2021   12:11
REQA

Bi sedan şêniyên gundewarên başûrê Reqayê, rûspiyên eşîrên herêmê û endamên saziyên sivîl li ketina bajarokê Retla kom bûn da ku beşdarî xwepêşandanê bibin.

Xwepêşandêr ber bi navenda Partiya Sûriya Pêşerojê ya li Xeta El-Şamiyê li navenda bajarokê Retla ve çûn.

Li ber navenda Partiya Sûriya Pêşerojê meş veguherî mîtîngê. Serokê şaxê Partiya Sûriya Pêşerojê navçeya Xet El-Şamiyê û bi navê rûspiyên eşîrên herêmê şêx Mihemed Tirkî El-Soan axivîn.

Axêveran êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê, bêdengiya navneteweyî û helwesta Rûsyayê der barê rewşa Eyn Îsayê de şermezar kirin.

Axaftvanan sûcên dagirkeriya Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dijî sivîlan wek kuştina sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û guhartina demografîk şermezar kirin.

(dm)

ANHA