Panorama hefteyê: Çalakbûna DAIŞ'ê li Sûriyê zêde dibe

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişandin ser çalakiyên çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyê, berjewendiyên dewletên kendava erebî û bûyerên li Washingtonê.

Panorama hefteyê: Çalakbûna DAIŞ'ê li Sûriyê zêde dibe
10 ÇILE, 2021   04:49
NAVENDA NÛÇEYAN

 ‘ÊRIŞÊN DAIŞ`Ê LI ÇOLISTANA SÛRIYÊ’

Rojnameya El-Beyan der barê mijarê de nivîsî: “Êrişên terorîstên  DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê zêde bûne, di heman demê de li gundewarên rojhilatê Dêrazorê kuştin û teqîn pêk hatin. Piştî hilweşîna rêxistinê li bajarokê Baxozê di Gulana sala 2018`an de, ev cara yekemîn e ku şaneyên wê ew qas çalak dibin. Ji ber êrişên DAIŞ`ê yên hefteya derbasbûyî bi dehan leşkerên artêşa Sûriyê û hêzên alîgirên wê hatin kuştin, her wiha hin leşker jî dîl hatin girtin, guman û tirs heye ku êrişên li dijî herêmên Sûriyê zêde bibin.

Berdevkê Koalîsyona Nevdewletî ya li dijî DAIŞ`ê Wain Martoto li ser Twitterê got ku karên wan ê sereke di sala nû de, tunekirina DAIŞ`ê ye.”

 ‘LI KENDAVÊ LIHEVHATINA GIYANÎ’

Der barê encamên lûtkeya Kendavê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Lûtkeya Kendavê giranî da hevkarî û aramiya li Kendavê û vegera têkiliyên di navbera Qeterê û çar dewletên ku boykot kiribû. Dilgermiya pêşwaziyan û axaftinên germ û bi hêvî yên ku lîderan gotin, mijara lihevhatinê winda kir ku merc û awayên pêkanîna vê lihevhatinê dê çi bin.

Di encamnameya civînê de ku ji aliyê wezîrê karên derve yên Siûdiyê Feysel Bîn Ferhan ve hate xwendin, tenê hin xalên giştî hebûn, der barê “nedestwerdana karên hundirîn” û "hevkariya li dijî pergal û rêxistinên terorê" û "têkoşîna hevbeş li hember gefên li dijî ewlehiya Kendavê", lê di encamnameyê de behsa pabendiyên ku pêwîst e her aliyek pêk bîne, nehate kirin.

Her wiha di encamnameyê de behsa daxwazên dewletên boykotê nehate kirin, ka çi ji Qeterê dixwazin.

Hin derdorên li Kendavê got armanca lûtkeyê ew bû ku lihevhatineke giyanî-moralî pêk bîne, ne lihevhatineke siyasî.

ÊRIŞA LI DIJÎ KONGRESÊ, AMERÎKA HEJAND

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî pêşketinên li Amerîkayê wiha nivîsî: “Li paytexta Amerîkayê di navbera hêzên ewlekariyê ji aliyekî ve û alîgirên serok Dunald Trump ku êrişî avahiya Kongresê kirin û tedbîrên erêkirina serkeftina serok Jeo Biden betal kirin, şer rû da. Ev pêşketina xeternak û ne ji rêzê di qada siyasî ya Amerîkayê de, suprîzek ji welatiyên Amerîka bi xwe û ji gelek welatên cîhanê re çêkir.”

Serokê nû yê Amerîkayê Jeo Biden, serdegirtina avahiya “Capitol” şermezar kir û wekî “îsyan û destdirêjiyeke ne ji rêzê” li ser demokratîkbûna Amerîkayê, bi nav kir. Biden di daxuyaniya li ser bûyerên Kongresê de wiha got: “Ez bang li vê komê dikim ku van kiryaran yekser rawestîne. Ji ber van bûyerên xerab, ez şoqmayî û xemgîn im.”

Biden wiha lê zêde kir: “Tiştê ku niha li avahiya Kongresê rû dide, ne Amerîka û ne jî gelê wê temsîl dike, divê yekser bi dawî bibe!.”

Ji aliyê xwe ve, Trump li ser tiwîtterê bi dîmenekî bang li alîgirên xwe kir û got: “Ez êşa we dizanim, wan hilbijartin ji me dizîn. Lê belê, divê hûn vegerin malên xwe, divê em aştî, qanûn û sîstemê pêk bînin.”

Piştî bangawaziya Trump li alîgirên xwe ji bo derketina ji avahiya Capitol, rayedarên amerîkî ragihandin ku avahiya Kongresê bi ewle bûye, her wiha hêzên ewlekariyê komên alîgirên Trump ji hundir derxistin. Pêşbînî hene ku demokratparêz lezê bidin berdewamkirina rûniştina erêkirina serkeftina Biden bi serokatiya Amerîkayê.

ANHA