Malbatên şehîdan:  Eyn Îsa bi keda zarokên me hatiye rizgarkirin, em nahêlin ku were dagirkirin

Malbatên şehîdan ên navçeya Til Hemîsê gotin ku Eyn Îsa bi keda zarokên wan hatiye rizgarkirin û dê rê nedin ku dewleta Tirk dagir bike.

Malbatên şehîdan:  Eyn Îsa bi keda zarokên me hatiye rizgarkirin, em nahêlin ku were dagirkirin
8 ÇILE, 2021   09:14
QAMIŞLO-ŞIHAB EHMED

Dewleta Tirk a dagirker di rojên dawîn de êrişên xwe yên li ser navçeya Eyn Îsayê zêdetir kirine. Hewl dide ku di nava bêdengiya navneteweyî de navçeyê dagir bike û niştecihên wê koçber bike.

Malbatên şehîdan ên li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin û bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê hevgirtina xwe xurt bikin.

Bavê şehîd Lorens Hinêtir, Yunis Cuma Hinêtir diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û wiha got: " Artêşa Tirk xaka me dagir kir. Em ê ji bo rizgarkirina xaka xwe bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin, were xwestin ez ê her 7 zarokên xwe bişîne eniyên şer da ku parastina welat bikin û rê li pêşiya dagirkeriya Tirkiyê bigirin."

Cuma Hinêtir bang li NY`yê û hemû dewletên cîhanê kirin ku li dijî êrişên artêşa Tirk bisekin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Erdoganê sûcdar xaka Sûriyê dagir kir, di vê der barê de divê civaka navneteweyî sînorekî ji sûcdariya Tirkiyê re deyne û dawî li dijî sûcên li dijî me bîne."

Bavê şehîd Xeyas El-Ebawî, Ehmed El-Ebawî jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk beriya niha Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û niha jî hewldana dagirkirina Eyn Îsayê dike û wiha dom da axaftina xwe: "Em ji dewleta Tirk a dagirker, rêxistinên mafên mirovan û garantora Rûsyayê re dibêjin ku Eyn Îsayê dûrî xewna wê ye, em ê parastina wê bikin. Di oxira parastina xakê xwe de me 11 hezar şehîd dane û ji bo ku em deverên din jî rizgar bikin em hîna jî berdêlan bidin."

ꞌDEWLETA TIRK ŞEWQA KESK JI RÛSYA DIGREꞌ

Ehmed El-Ebawî bal kişand ser êrişên artêşa Tirk û wiha pê de çû:"Ji daxuyaniyên Rûsya yên dawîn diyar dibe ku dewleta Tirka dagirekr şewqa kesk ji Rûsyayê werdigire, ji ber ku Rûsya ji QSD`ê xwest ku ji Eyn Îsayê vekişe û radestî hikumeta Şamê bike yan jî rê bide Tirkiyê ku dagir bike, ev jî isbat dike ku der barê dagirkirina Eyn Îsayê de lihevkirineke rûsî-tirkî heye."

El-Ebawî bang li şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku  li dijî xeteriyên li ser Eyn Îsayê hevgirtina xwe çêkin, xakê ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin û ji bo parastina herêmê piştgiriyê bidin QSD`ê.

Hevsera şehîd Mislih Îsa, Hekîma Ehmed Niso êrişên artêşa Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin û got "Em rê nedin Tirkiyê ku wê dagir bikin, ji ber  ku zarokên me canên xwe ji bo xakê feda kir."

Di heman çarçoveyê de birayê şehîd Ebdulhemîd Seîd El-Mihemed,  Hemze Seîd êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin û wiha gotina xwe bi dawî kirin: "Êdî armanca Tirkiyê diyar e, em dibînin ku li herêmên dagirkirine yên wekî Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî mal û milkên sivîlan talan dikin, wan qetil dikin, welatiyan ditirsînin, bi darê zorê wan koçber dikin û demografiya herêmê diguherin, di heman demê de hewldana pêkanîna heman sûcan  li Eyn Îsayê jî dike."

(eh)

ANHA