Şêniyên Şengalê di roja 38`an de çalakiya xwe didomînin

Çalakiya ku şêniyên Şengalê ji bo piştgiriya asayîşa Êzidxanê dabûn destpêkirin di roja 38`an de didome. Welatiyên Şengalê bang li civaka Êzidî kirin ku xwedî li Êzidxanê derkevin.

Şêniyên Şengalê di roja 38`an de çalakiya xwe didomînin
8 ÇILE, 2021   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

/kr/uploads/files/2021/01/08/084737_image_2021_01_08t07_27_35_122z.webp

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em Hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 38`an de didome .Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakgeran nîşand didin.

Şêniyên Şengalê heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikumeta Iraqê kirine, lê heya niha rayedarên Iraqê bersivek erênî nedane. Ji ber vê yekê civaka Êzidî diyar dike ku heta daxwazên wan pêk neyên ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Xidir Hemo da zanîn çalakiya desdekdayîna asayîşê ji bo hebûna civaka Êzidî û îrada Êzidiyan girîng e û got:” Ji bo me ev çalakî û berxwedana konê rûmetê girîng e. Ji ber îradeya me diparêze. Ez wek bavê şehîd û wek endamê saziya malbatên şehîdan bang dikim ku divê Êzidiyên xwedî rûmet xwedî li îradeya xwe û rûmeta xwe derkevin.”