Malbat ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan

Malbata Rêberê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeiya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbat ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
8 ÇILE, 2021   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlûm Dînç ji bo ku biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û  Polat Yildirim jî ji bo xizmên xwe bibînin serî li dozgeriyê dan.