Piştî bûyerên li Senatoyê Pentagon seferberî ragihand

Li gorî dazgehên çapemeniyê yên Amerîkayê li pêşiya hola Senatoyê hêzên polîsan û xwepêşendar bi hev ketin di encamê de ji her du aliyan ve gelek kes birîndar bûn. Li aliyekî din Pentagonê seferberî li paytextê ragihand.

Piştî bûyerên li Senatoyê Pentagon seferberî ragihand
6 ÇILE, 2021   22:09
NAVENDAN NÛÇEYAN

Rojnameya Washington Post ku agahiyên xwe dispêre endamekî hêzên ewlehiyê, bi bîr xist ku jinek di milê xwe de birîndar bûye.

Kanala CNN jî ragihand ku rewşa wê xeter e û diyar kir ku xwepêşendar bi zanabûn hewl dane ku ala Amerîkayê ji ser avahiya Senatoyê deynin.

NBC jî ragihand ku efserek ji Hêzên Xilaskirina Qanûnê gule li kesekî li hundirê avahiya Senatoyê berandiye. Her wiha gelek efser birîndar bûne û herî kêm efserek ji nexweşxaneyê re hatiye rakirin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pentagonê seferberiya hêzên Artêşa Pasdarên Nîştimanî li paytextê ragihand. Li gel xwepêşendanên alîgirên Donald Trump, qedexeya derketina derve ya ji saet 6:00`an êvarê hate ragihandin.

Piştî wê serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump bang li alîgirên xwe kir ku bi awayekî aştiyane xwepêşendanên xwe bidomînin.

(şx)