​​​​​​​Meclisa Hevkariya Kendavê û Misirê encamnameya lûtkeya El-Ula îmze kir

Meclisa Hevkariya Kendavê û Misirê ragihand ku encamnameya lûtkeya El-Ula îmze kiriye.

​​​​​​​Meclisa Hevkariya Kendavê û Misirê encamnameya lûtkeya El-Ula îmze kir
5 ÇILE, 2021   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Meclisa Hevkariya Kendavê, Dr. Nayif Felah Mubarek El-Hecref got rêveberên dewletên Kendavê encamnameya lûtkeya El-Ula qebûl kir.

Li aliyekî din jî Wezareta Karên Derve ya Misirê ragihand ku Qahîrayê encamnameya lûtkeyê îmze kir.

Mîrnişînê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bin Selman ragihand ku lûtkeya Kendavê ya niha bi navê "Lûtkeya Sultan Qabos û Şêx Sebah" ye û wiha domand: "Me gelek astengî li beramber reftarên Îranê yên wêranker kişandin. Li aliyekî din jî bernameya nukleerê ya Îranê gefan li aştî, ewlehiya herêmî û navnteweyî dixwe."

Bin Selman spasiya Kuwêt û Amerîkayê kir ku nakokiyên di navbera dewletên herêmê de çareser kirin û piştrast kir ku rola lûtkeyê jî geşkirina têkiliyên biratiyê ye.

Girêdayî mijarê, mîrê Kuwêtê Şêx Newaf Ehmed Cabir Sebah got beşdarên lûtkeyê li ser îzmekirina daxuyana El-Ula li hev kir.

Şêx Newaf Ehmed Cabir Sebah wiha axifî: "Em serkeftina dîrokî ku di lûtkeya El-Ula de pêk hatine li tevahiyan pîroz dikin. Em hewl didin ku piştevaniya xebata dewletên Kendavê û erebî ya hevbeş bikin. Her wiha ragihand îro, dê bi navê peymana piştgiriyê be."

Îro xebatên lûtkeya 41’an a Meclisa Hevkariyê ya Kendavê li El-Ula bi vexwendnameya mîrê Erebistana Siûdiyê Selman Bin Abdulezîz û mîrnişînê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bin Selmanê dest pê kirin. Di lûtkeyê de şêwirmendê mezin ê serokê Amerîkayê Jared Kushner û wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî amade bûn.

(fr)