QSD: Li Dêrazorê 14 endamên şaneyên veşartî hatin girtin, 3 DAIŞ'î hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD'ê ragihand ku di operasyonên hêzên QSD'ê yên li herêma Dêrazorê de 14 endamên şaneyên veşartî hatin girtin û 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

QSD: Li Dêrazorê 14 endamên şaneyên veşartî hatin girtin, 3 DAIŞ'î hatin kuştin
1 ÇILE, 2021   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li herêma Dêrazorê gelek operasyon pêk anîn, di encamê de 14 endamên şaneyên veşartî ku di roja sersalê de amadekariyên êrişan dikirin hatin girtin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Şaneyên razayî ya DAIŞê yên ku di amadekariya çalakiyan de bûn hatin bêbandor kirin.

Roja 31'ê Kanûnê li herêma Dêrazorê, li bajarokên Sûwar û Kesra û di gelek gundên girêdayî wan de, yekineyên me yên ewlekariyê û yekineyên me yên operasyonê, li hember şaneyên razayî yên DAIŞ'ê operasyon li dar xistin. Di encama wan operasyonan de 14 endamên şaneyên DAIŞ'ê hatin girtin. Ev kesên ku hatin girtin, ji bo ku di sersalê de çalakiyan bikin di nav amadekariyan de bûn. Bi vê operasyonê ve ev armanca çeteyan vala hatderxistin.

Heman rojê di operasyona ku li nêzî gundê Ebû Nîtil ya bajaroka Sûwar hat lidarxistin de, 3 çeteyên DAIŞ'ê yên Iraqî hatin kuştin. "

ANHA