Bi nêzbûna salvegera kuştina Suleymanî re, sînaryoyên xeter û sewqiyetên leşkerî

Bi nêzbûna salvegera yekemîn a kuştina generalê îranî Qasim Suleymanî re, nakokiyên di navbera Washington û Tehranê de, bi taybet li qada Iraqê zêde dibin. Hin axaftin hebûn ku serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaz dikir ku şerekî bi Îranê re pêk bîne û axaftinên din jî yên li ser niyeta tolhildana Îranê ji kuştina Suleymanî hebûn.

Bi nêzbûna salvegera kuştina Suleymanî re, sînaryoyên xeter û sewqiyetên leşkerî
1 ÇILE, 2021   00:36
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA HEBÎB

Bi nêzbûna salavegera kuştina fermandarê Feyleq El-Qudis a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî re, nakokiyên îranî-amerîkî rojane zêde dibin. Artêşa Amerîkayê ragihand ku ew ji bo erkeke leşkerî ya muhtemel amade ye û Tehranê jî hişyarî da ku dê bersiva wê xurt be.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 3’yê Çileya 2020’an destûr da  ku generalê îranî yê payebilind bê sîuqastkirin. Ji bo pêkanîna vê yekê firokeya bêpîlot a Amerîkayê generalê îranî yê payebilind Qasim Suleymanî dema ku li Bexdayê bû, sîuqast kir. Lê bi wê re hin metirsî li ser bilindbûna nakokiyê çêbûn. Lê belê ew metirsî çênebûn, nakokî bi nêzbûna salvegera yekemîn a sîuqastkirinê re bilind bûn.

Piştî çend rojan ji kuştina Suleymanî, Îranê du baregehên leşkerî yên li Iraqê ku tê de leşkerî amerîkî hebûn, topbaran kirin. Ji bilî wê bi dehan moşek û mayînan nuqteyên leşkerî û dîplomatîk ên biyanî hatin topbarankirin. Berpirsên rojavayî û iraqî ev êriş hilgirt ser komên alîgirên Îranê.

Piştî kuştina Suleymanî û armanckirina balyozxane û baregehên Amerîkayê yên li Iraqê, di 27’ê Mijdara 2020’an zanyarê nukleerê yê îranê Muhsin Fexrîzade hat kuştin. Lê Îranê, Îsraîl bi kuştina Fexrîzade tawanbar kir.

Piştî ku artêş Iraqê û balyozxaneya Amerîkayê 15’ê Kanûna 2020’an ragihandin ku zêdetirî 8 moşekên katyoşa li herêma Kesekê ya li Bexdayê ketin û di encamê zirarên sivik çêbûn, nakokiyên herdu aliyan zêde bûn.

Artêşa Iraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku koma derveyî qanûnê 8 moşek avêtin balyozxaneyê û wiha ragihandibû: "Piranî moşek li dijî kombûneke avahiyan û nuqteyeke keşfkirinê ya ewlehî ya li hundirê herêma kesk ketin. Di encamê de zirar bi avahiyê û erebeyan bû û leşkerekî iraqî birîndar bûn."

Girêdayî heman mijarê, Wezîrê Karên Derve yê Amerkayê Mike Pompeo milîsên ku desteka xwe ji Îranê digirin tawanbar kirin ku wan moşek avêtin balyozxaneya Amerkayê ya li Bexdayê.

Pompeo bi daxuyaniyekê wiha gotibû: "Careke din milîsên ku desteka xwe ji Îranê digirin bi awayekî eşkere û bêserûber êrişî herêmên li Bexdayê kirin, di encamê de du sivîlên iraqî birîndar bûn."

Ev êriş ji rêzeêrişên li nêzî avahiya balyozxaneya Amerîkayê ya herî nûjen bû. Ji ber ku ew êriş di demekê de ku nakokiyên di navbera Îran û DYA’yê bilind bûne û beriya mehekê ji derketina serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump ji Koşka Spî de, pêk hatin.

Washingotin a ku 5 hezar leşkerên wê li Iraqê hene û ragihand ku dê hejmara wan kêm bike gef xwar ku heger ku hikumeta Iraqê êrişên komên alîgirên Îranê ranawestandin, dê balyozxaneya xwe bigire.

Girêdayî mijarê, fermandarê hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn general Frank MacKenzie piştrast kir ku heke Îranê di salvegera kuştina general Qasim Suleymanî de êriş kir, welatê wî amade ye bersivê bide.

Piştî êrişa Îranê ya li ser balyoznaeya Amerîkayê ya li Bexdayê, fermandarê fermandariya navendî ya Amerîkayê Santcom ji rojnamegeran re wiha gotibû: "Em ji bo parastina xwe, dostên xwe û hevalbendên xwe yên li herêmê amade ne. Heke hate xwestin em amade ne bersivê bidin. Bi wê re jî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê amadekariyên xwe ji bo bersivdana êrişên Îranê li dijî êrişên hêzên wê xurt kirine."

Ji bo bersivdana daxuyaniyên Amerîkayê, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade di civîneke çapemeniyê de wiha got: "Xweza û dema êrişî, li gel wê jî daxuyaniyên wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, gûmanên mezin çêdikin."

AFP’ê li ser zimanê Xetîbzade wiha daxuyand: "Diyar e ku ev daxuyanî berê hatibûn amadekirin". Her wiha daxuyaniyên wezîrê Derve yê Amerîkayê bi tundî şermezar kirin û hişyarî da ku divê Amerîka li ser lêkolînkirina nakokiyan di van rojan de hişyar be.

Têkildarî mijarê, serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku ger bi nêzikbûna salvegera yekemîn a kuştina generalê îranê Qasim Suleymanî tu êriş li dijî amerîkiyên li Iraqê pêk hatin, Îran berpirsiyar e.

Trump ê bi twittekê wiha got: "Bi gelek moşekan balyozxaneyame ya li Iraqê hate armanckirin. Di encamê de zirarên madî çêbûn. Texmîn bikin ji ku hatin: ji îranê de hatin."

Trump wiha domand: "Şîreteke dostaniyê ji Îranê re, heke amerîkiyek were qetilkirin, dê Îran berpirsiyar be. Bi mijarê baş bifikirin."

Malpera CNN a Amerîkayê eşkere kir ku civînek li Koşka Spî ji bo lêkolînkirina bersivdanên Îranê li dar ket.

CNN’ê li ser zimanê berpirsê rêveberiya Amerîkayê ku navê xwe eşkere nekiriye ragihand ku "Civîn bi mijara gefên Îranê hat lidarxistin. Di civînê de vebijêrk hatin nîqaşkirin, lê belê li ser pêkanîna derbeyên leşkerî di vê demê de nehat erêkirin."

SÎNARYOYÊN XETERNAK

/kr/uploads/files/2020/12/31/212139_-.webp

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî, kar û barên Îranê, Dr. Îyad Mecalî wiha got: "Ji sînaryoyên di ajansên nûçeyan de tên weşandin, diyar dibe ku hin tedbîrên amerîkî û îranî hene ku bi wê re jî ev mijar bi pêş dikeve. Ez texmîn dikim ku ev yek di çarçoveya bilindbûna nakokî de ye, bi taybet tedbîrên her du aliyan hene. Lê heke bi awayekî sîstamatîk her du alî ber bi mijarê ve neçûn, dê pevçûn çêbe û fitîla şer pêkeve."

Der barê tevgerên Îranê de, Mecalî wiha got: "Ez texmîn dikim ku tedbîrên parastinê ji her pêngaveke Amerîkayê li ser bilindkirina nakokiyê re hene. Ji ber ku sewqiyetên leşkerî yên deryayî yên Amerîkayê ber bi herêmê ve hene. Ev jî nîşane ye ku beriya Trump ji Koşka Spî derkeve û desthilata xwe ji dest bide, dê karekî bitirs bike."

Mecalî wiha domand: "Trump li bihaneyekê digire da ku derbeyeke asîmanî li dijî avahiyên nukleerê yên Îranê pêk bîne, da ku binkeftina xwe ya qelskirina rejîma Îranê ya pêşxistina bernameya xwe ya nukleer û moşekan, binixumîne. Ji bilî wê jî da ku binkeftina xwe ya qutkirina pencên Îranê li Yemen, Iraq, Sûriyê, Lubnan û Filistînê veşêre. Ji ber pencên Îranê li van dewletan çavkaniya gefan li dijî ewlehî  berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê ye."

Mecalî îşaret bi hewayên bilindkirin û sewqiyetan kir û wiha pê de çû: "Bûyerên bilindbûna nakokiyê ya di navbera her du aliyan de, nîşaneya pêkanîna êrişên xeternak in. Ji ber ku bi nêzbûna salvegera yekemîn a kuştina general Qasim Suleymanî û ji bo bersivdana sîuqastkirina zanyarê îranî Muhsin Fexrîzade re, tê texmînkirin ku Îran êrişên tolhildanê pêk bîne."

TEVGERÊN ÎRANÊ Û SEWQIYETÊN AMERÎKAYÊ

Wekî gava yekemîn, DYA’yê noqîkeştiyek nukleerê û du keştiyên şer şand, da ku di tengava Hirmuz re derbas bibin.

Li gorî Pentagonê, noqîkeştî yê bi navê SS Georgiya ji Tehranê re peyameke, ku Amerîka neçare parastina ewlehiya hevalbendên xwe bike, ye.

Noqîkeştî bi zêdetirî 150 moşekên ji cureya "Tomahawk" hatiye amadekirin û pê re keştiyên şer ên dîtir hene.

Li gorî Amerîka, ev tevger hişyariyeke ji Îranê re ye, ku jî heke di salvebera yekemîn a kuştina Suleymanî de biryara êrişekê li dijî DYA’yê bide ew ê ji bo bersivdanê amade ye.

Di vî warî de, Mecalî wiha diyar kir: "Tevgerên fermandariya leşkerî ya Îranê, bi taybet fermandarên Pasdaran û Feyleqa El-Qudis tên şopandin. Ji ber ku li gorî agahiyên heyî, Amerîka biryara pêkanîna derbeyeke leşkerî daye. Em li benda saeta sifirê ne. Lê belê heke di hundirê rêveberiya Amerîkayê de ew biryar bi bin ket, dê êriş pêk neyê."

Mecalî wiha piştrast kir: "Hebûna parçeyên leşkerî yên Amerîkayê, keştiyên balafiran, balafirên B52, noqîkeştiyên li ava Kendavê ku di hundirê xwe moşekên Tomahawk û çekên dîtir hilgirtine û tedbîrên ewlehî yên DYA’yê û hevalbendên wê ji bo dabînkirina baregehên asîmanî yên li Qeter û Erebistana Siûdiyê, nîşaneyên ku rewşeke awarte ya dijwar heye, her wiha nîşan dike ku dê di dema pêş de xeteriyek li ser herêmê heye."

‘TRUMP LI DERFETEKE RAGIHANDINA ŞER DIGERE’

Dr. Mecalî destnîşan kir ku ajansa çapemeniyê ya Amerîkayê ya nêzî Koşka Spî saet bi saet analîzên stratejîk ên der barê êrişên leşkerî yên texmînkirî de diweşîne û pişrast kir ku Trump bi israr e ku fitîla şer wek bihaneya ragihandina hikumên urfî û mayîna li Koşka Spî heta bidawîbûna dema desthilatiya xwe, pêxe."

Li gor Dr. Mecalî: "Dîroka siyasî ya Amerîkayê tijî bûyerên ku istîxbarata Amerîkayê ji bo pêkanîna êrişên leşkerî dikare bihaneyan, biafirîne. Ew fîtne ji bo rêveberiya Amerîkayê nixumandineke navneteweyî ye, da ku mîna van êrişan pêk bîne.

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî, kar û barên Îranê, Dr.Îyad Mecalî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Xeterî rojane bilind dibe, bi taybet li beramber pêşdeçûnên dema bê yên ji desthilatiya Trump û ne tenê li hember Îran, lê belê li ser herêmê û tevahî cîhanê."

NÊRÎNEKE DIN: GEF LI SER ERDÊ PÊK NAYÊN

/kr/uploads/files/2020/12/31/212327_-.webp

Nivîskarê rojnamegeriyê û pisporê kar û barên Îranê Mistefa Fehis diyar kir ku tu gurbûn û pêkanîna gefan li ser erdê tune ne û wiha got: "Gotina Îranê li ser erdê pêk nayên û bersivdana li ser kuştina Suleymanî xwekujî ye."

Der heqê kuştina Suleymanî de Fehis wiha domand: "Di dawiya merheleyê de, ne pêkan e bêyî wî bidome."

Fehis wiha bi dawî kir: "Em dikarin bibêjin ku Suleymanî heta asteke di jevkirina bingehên dewletê li deverên serweriya wê de, bi ser ket. Lê belê di çêkirina altarnatîfên xurt de bi bin ket. Ji lew re projeya wî di cih û dem de qels bûn û heta bi paş ket jî."

(fr)

ANHA