Bi çalakiyên hunerî sala nû pîroz kir

Bi diruşmeya "Çand hafizeya sereke di civakê de ye" Komîteya Çand û Hunerê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê kantona Şehbayê şahiya sala nû dar xist.

Bi çalakiyên hunerî sala nû pîroz kir
Bi çalakiyên hunerî sala nû pîroz kir
Bi çalakiyên hunerî sala nû pîroz kir
Bi çalakiyên hunerî sala nû pîroz kir
Bi çalakiyên hunerî sala nû pîroz kir
Bi çalakiyên hunerî sala nû pîroz kir
Bi çalakiyên hunerî sala nû pîroz kir
Bi çalakiyên hunerî sala nû pîroz kir
31 kanûn, 2020   16:30
ŞEHBA

Pîrozbahî bi beşdarbûna bi dehan kesî li hola Çand û Hunerê ya Axîn Welat a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê hate lidarxistin.

Hola pîrozbahiyê bi wêneyê şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Bi şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û hevgirtina gelan em civakeke demokratîk û pêşketî mîsoger bikin" û "Şoşreşa Kurdistanê bingeha şoreşa Rojhilata Navîn e" hatibû xemilandin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê rêveber ê Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Şehbayê Ebdulezîz Kûsa sala nû li tevahî pêkhateyên li kantona Şehbayê pîroz kir û hêvî kir ku sala nû bibe wesîleya aştî, ewlehî, rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera koçberan li warê xwe.

Piştre romanek li ser çêbûna gerdûnê, derketina gelên cîhanê, olan û cûdahiyan wan hate xwendin.

Endamê rêveber ê navenda çand û hunerê Ebdulezîz Kûsa stranên kurdî gotin. Her wiha Koma Birûsk dîlanên folklorî yên kurdî pêşkêş kirin û zaroka bi navê Diyana El-Hisên û endamê  Komîteay Çand û Hunerê Ehmed Selama helbest xwendin.

Piştre Koma Şehîd Dilşêr Kefer Nasih a pêkhateyê Ereb a Şehbayê dîlanên erebî pêşkêş kirin. Her wiha Koma Awazên Şehbayê stranên şoregerî gotin û koma Şehba ya Şanoyê şanoyek bi navê "Dara Payîzê" pêşkêş kir ku behsa aloziyê û koçberiyê dike.

Di dawiyê de Koma Şehîd Ciwan Kefer Naya stranên erebî gotin. Beşdaran li ber stranan govend gerandin.

ANHA