​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 47 kesên din bi koronayê ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
23 kanûn, 2020   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa, kesên bi şewba koronayê (Covid-19) ketine ku 23 mêr û 24 jin in û li wan herêman in:

Hesekê: 3
Qamişlo: 4
Dêrik: 11
Girkê Legê: 4
Kobanê: 1
Tebqa: 2
Reqa: 4
Dêrazor: 5
Minbic: 4
Şehba: 9

Ciwan Mistefa her wiha diyar kir ku 10 nexweşên koronayê baş bûne û 4 nexweşan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî van daneyên nû, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 hezar û 824 nexweşên koronayê hene, 263 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 112 kes jî baş bûne.

(cx)

ANHA