HPC`ê li Reqayê: Em mil bi mil bi QSD'ê re ne

Hêzên Parastina Civakî yên li Reqayê (HPC) bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsayê û sûcên li herêmên dagirkirî şermezar kirin û piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan dan.

HPC`ê li Reqayê: Em mil bi mil bi QSD'ê re ne
21 kanûn, 2020   15:49
REQA

Endamên Hêzên Parastina Civakî yên Reqayê (HPC) li yarîgeha Beledî ya Reqayê ya naverasta bajêr kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Endama Rêveber a HPC`ê Firyal Îsmaîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de berxwedana QSD'ê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker hate silavkirin û hate gotin dewleta Tirk hewl dide li ser hesabê ewlehiya herêmê planên xwe yên dagirkirinê li Rojhilata Navîn bi cih bîne û çeteyên DAIŞ'ê ji nû ve zindî bike.

HPC'ê piştgiriya xwe bi QSD'ê re nîşan da û wiha domand: " Em Hêzên Parastina Civakî li hemberî  her êrişekê li dijî xaka me û gelê me mil bi mil li kêleka hevrêyên xwe ne û ji bo parastina ewlehiya herêmê em plapişt in."

HPC`ê komployên navneteweyî û herêmî yên dewleta Tirk li dijî herêmên wan pêk  tînin şermezar kirin û peymana Tirkiyê-Rûsyayê ya têkildarî Eyn Îsayê bi xaleke şermek di dîroka tirk û rûsan de bi nav kir.

HPC`ê di dawiya daxuyaniyê de soza da ku ew ê piştgiriya hêzên xwe bikin û parastina welat û gelê xwe bikin. Her wiha bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û Konseya Ewlekariyê kirin ku destwerdanê bikin û êrişên hovane yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TXIZsUko0JY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>