ꞌFikir û felsfeya rêbertî em hişyar kirin`

Malbatên şehîdan destnîşan kirin ku tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan wateya rastîn a fikir û felsefeya wî ya ku li seranserî cîhanê belav bûye venaşêre û gotin: "Fikir û felsefeya rêbertî em xefletê şiyar kirin."

ꞌFikir û felsfeya rêbertî em hişyar kirin`
21 kanûn, 2020   11:04
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Têkildarî armanca deweleta Tirk ji tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan ên herêma Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin axivîn.

Diya şehîd Zîlan, Hacer Miho destnîşan kir ku ji bo jinan fikirê rêbertî roleke erênî lîst û diyar kir ku di pêvajoya salên derbasbûyî de di encamên desthilata mêran de rola jinan hema bêje tune bû, tenê makîneya anîna zarokan û rêvebirina kar û barên male bû.

/kr/uploads/files/2020/12/21/110557_085834_hajr-mamw-5b1600x12005d.webp

Hacer Miho got: "Piştî ku me fikirê rêbertî nas kir me cewherê jinê nas kir, me nas kir ku jin dikarin vê vînê derxîne holê. Bi saya fikirê rêbertî jinan di qadên jiyanê de roleke pêşeng list.  Her wiha wekheviyek di navbera mafên jin û mêran de çêbibe."

Hacer Miho bi domdarî got: "Şoreşa Rojava  şoreşa jinan e. Ji ber vê yekê me fikirê rêbertî bi zarokên xwe re parve kir û me ew fêr kirin ku li ser vî fikirî bimeşin, ji ber ku azadiya rêbertî dikeve ser milê hemûyan. Heger sedên salan jî derbas bibin, em nikarin vî mafî înkar bikin."

ꞌDEWLETA TIRK ŞERÊ KURD Û KURDAN DIXULIQÎNEꞌ

/kr/uploads/files/2020/12/21/110609_085853_hsyn-mrad-5b1600x12005d_1.webp

Birayê şehîd Heqî Qerar, Hisên Mûrad jî got ku bi sedan komplo li dijî kurdan hatin pêkanîn û wiha domand: "Her ku fikirê rêbertî belav dibe komployên li dijî gelê Kurd jî zêde dibe."

Murad wiha gotina xwe dewam kir:"Tevî van komployan û tevî ku rêbertî dîl girtin, lê dîsa jî nikarîn fikirê rêbertî binçav bikin. Ji 21 salan ve rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de ye û çi qasî em biaxivin û wesif bikin, em ê nikaribin mafê wî bidin. Lê em dikarin bi rêxistinbûyînê di nava civak û meclisan de xwe bi rê ve bibin û parastina fikir û felsefeya rêbertî di vê dema hesas de bikin."

Murad di dawiya gotina xwe anî ziman ku dijmin dixwaze hebûna gelê Kurd tune bike, nîşana herî berbiçav jî komploya li dijî herêma Şengalê, projeyên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û xuliqandina şerê kurdî-kurdî ye.

ꞌFIKIRÊ RÊBERTÎ EM JI XEFLETÊ HIŞYAR KIRꞌ

/kr/uploads/files/2020/12/21/110637_085905_bdyah-wqas-5b1600x12005d.webp

Xwişka şehîd Diyar, Bedîa Weqas jî axivî û got ku ew ê şopdarên rêya rêber Abdullah Ocalan bin, dev ji biryara xwe bernadin û dê tevî zarokên xwe li hemberî êrişên artêşa Tirk xwe bikin mertal.

Bedîa di dawiyê de da zanîn ku fikirê rêbertî li ser bingeha xwîna şehîdan hatiye avakirin û ew ji xefletê hişyar kirine.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TsXpnBFEBK8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>