Rizgar Denîz li ser gora xwe hate bîranîn

Rojnamevan Rizgar Adanmiş (Rizgar Denîz) di salvegera 3'yemîn a şehadeta xwe de, li ser gora xwe ya li goristana Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê hate bîranîn.

Rizgar Denîz li ser gora xwe hate bîranîn
18 kanûn, 2020   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê ANHA'yê Rizgar Adanmiş (Rizgar Denîz) dema pêngava rizgarkirina Dêrazorê dişopand, di encama êrişa xwekujî ya çeteyên DAIŞ'ê roja 18'ê Kanûna 2017'an şehîd bû. Rizgar Denîz di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de li wargeha Mexmûrê bi merasîmekê ji aliyê rojnamevan û gelê wargehê ve hate bîranîn.

Merasîmê di kesayeta Rizgar Denîz de bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê kedkarên çapemeniyê Weysî Tallî axivî.

Rojnamevan Weysî Tallî diyar kir ku ew ê layîqî têkoşîna şehîdan bin û wiha got: "Em jî di kesayeta Şehîd Rizgar de hemû şehîdan bi bîr tînin. Pêwîste em li hemberî ked û têkoşîna wan hew rondikan bibarînin, ji ber ku niha têkoşîna wan di oxira doza xwe de, di oxira welateke azad de têkoşiyan û şehîd ketin. Divê em weke heval, wargeh û gel em hew ji bo şehîdan rondikan bibarînin, pêwîste em têkoşîna wan bilind bikin. Îro ji bo me rojeke pir girane, em weke hevalên wî, weke gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî em ê layîqî têkoşîna wan bin. Rizgar jî zarokekî vê wargehê bû, ji bo ku zarokekî din ji axa xwe dûr nemîne dixebitî. Herî dawî dema di êrişa xwekûjî ya çeteyên DAIŞ’ê de bi giranî birîndar bû, piştî 70 rojan şehîd bû. Her tim hesreta çûyîna welat di dilê wî de bû, ji bo hesreta di dilê xwe de temam bike çû Rojavayê Kurdistanê... Em sersaxiyê ji malbat, hempîşe û hemû gelê wargehê re dixwazin. Em ê şopdarên wan bin."

Dayika şehîd Rizgar , Meryem Adanmiş jî di merasîmê de axivî û got, "Em di kesayeta Şehîd Rizgar de şehîdên şoreşê û şehîdên çapemeniya azad bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Rizgar digot 'dema mirov tê cîhanê mirov nizane wê çawa biçe, lê dema em ji vê cîhanê diçin bila em bizanibe ku çawa ji vê cîhanê diçin', bi rastî ew gotina wî îro dibe. Ev sê sal qediya ev gel li vir e û xwedî li şehadeta wî derdikeve. Ez bi xêr hatina we hemûyan dikim. Çiqas şehadeta Rizgar bi êş be jî ez bi vê serbilind im."

Herî dawî dayika şehîd got, "Dewleta Tirk a dagirker bila baş bizanibe ku me bigre û me şehîd bixe jî nikare ew fikrê ku Rêber Apo dayî me û mîrasê ku şehîdan ji bo me hêlayî ji me bistîne. Ez weke dayîk dibêjim heta ez sax bim ez ê li pey doza zarok, şehîd, Rêber û gelê xwe bin. Em soz didin van şehîdan ku rêya wan berdewam bikin."

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.