Li bakurê Sînayê ya Misirê 2 teqîn pêk hatin

Îro di encama 2 teqînan de li bakurê Sînayê herî kêm 3 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Li bakurê Sînayê ya Misirê 2 teqîn pêk hatin
18 kanûn, 2020   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Misirê ragihand ku îro 2 bombeyên ku li bakurê girava Sînayê hatibûn çandin teqiyan, di encamê de 3 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Rayedarên Misirê der barê teqînê de tu daxuyanî nedan. Lê Associated Press ku agahiyên xwe dispêrê rayedarên ewlehiyê û rayedarekî tenduristiyê, da zanîn ku her du bombe li nêzî nuqteyên kontrolê yên cuda yên li bajarokê El-Şêx Ziwêd di derengiya şeva pêncşemê de teqiyane.

Rayedaran diyar kir ku di encama teqîna yekemîn de, kesek hatiye kuştin û 7 kes birîndar bûne. Di encama teqîna duyemîn de 2 kes hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan birîndar rakirine Nexweşxaneya Erîş a leşkerî.

Rayedaran destnîşan kir ku artêşa Misirê duh, rêzeêrişên li dijî bajarokê ku di encamê de 4 leşker hatin kuştin, red dikin. Her wiha nayê zanîn bê ka serdegirtin beriya teqînan an jî li dû wê pêk hatine.

Heta niha tu aliyan ev bûyer negirtiye ser xwe.

(şx)