PYNK'ê banga rêzgirtina ji vîn û rêveberiya Şengalê re kir

Li Dêrik û Girkê Legê bi hezaran kes daketin qadan û komploya hikumeta Iraq û PDK'ê ya li ser Şengalê şermezar kir.

PYNK'ê banga rêzgirtina ji vîn û rêveberiya Şengalê re kir
PYNK'ê banga rêzgirtina ji vîn û rêveberiya Şengalê re kir
PYNK'ê banga rêzgirtina ji vîn û rêveberiya Şengalê re kir
PYNK'ê banga rêzgirtina ji vîn û rêveberiya Şengalê re kir
PYNK'ê banga rêzgirtina ji vîn û rêveberiya Şengalê re kir
PYNK'ê banga rêzgirtina ji vîn û rêveberiya Şengalê re kir
12 kanûn, 2020   14:19
QAMIŞLO

Bertekên gel ên li dijî peymana navbera hikumeta Bexda û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a li ser Şengalê zêde dibin. Li navçeyên Dêrik û Girkê Legê yên girêdayî kantona Qamişlo du xwepêşandanên hatin lidarxistin.

DÊRIK

Li Dêrikê bi dirûşmeya " Na ji şerê birakujiyê re.. dem dema yekitiya neteweyî ye", bi pêşengtiya Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) bi sedan kes daketin qadan û peymana der barê Şengalê de şermezar kir.

Xwepêşandan ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê dest pê kir û li qada dêra Marşmonî li navenda navçeya Dêrikê veguherî mîtîngê. Bi navê PYNK'ê Îbrahîm Ebdî daxuyaniyek xwend.

Ebdî got:" Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî serkeftina berxwedana mezin a QSD û gelên herêmê ku di oxira wê de bi hezaran şehîdên azadî û rûmetê hatin dayîn, çalakiyên doplomatî berfireh dibin da ku tecrubeya Rêveberiya Xweser were naskirin û piştgiriya wê were kirin."

Ebdî wiha domand:" Em rêxistinên Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) li navçeya Dêrik dagirkeriya dewleta Tirk bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên dijî gel li herêmên ku dagir kirine û bi taybet Efrîn, siyaseta koçberkirinê û guhartin demografîk û kiryarên terorîst yên ku li ber çavên cîhanê dike, şermezar dikin."

Ebdî bang kir ku bi rêya têgihiştin, diyalog, qebûlkirina aliyên din û jiyana hevpar a navbera hemû pêkhate û gelan de rêzê ji taybetmendiyên êzidiyan bigirin.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê bi sedan şênî, di nav de endamên partiyên, ji bo şermezarkirina peymana dijî vîna gel li Şengalê daketin qadan.

Xwepêşandan li pêşiya qada şehîd Xebat dest pê kir û li kolanên navçeyê geriyan. Di wê navberê de diruşmeyên şermezarkirina komploya li ser Şengalê hatin berzkirin.

Xwepêşandan li navenda navçeyê rawestîniya. Mamosteya zimanê kurdî Şehnaz Mistefa daxuyaniyek bi navê partiyên siyasî yên li Girkê Legê xwend.

Şehnaz bang li hikumetên Bexda û Hewlêrê kirin ku peymana derbarê Şengalê de careke din di ber çavan re derbas bikin û wiha got: "Pêwîste encamdana her peymanê li ser bingehê rêveberî û vîna Şengalê be."

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê bi dawî bû.

(dm)

ANHA