Şaredariya Til Temirê dest bi projeya xwe ya yekemîn kir

Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê projeya xwe ya yekemîn a li navenda navçeyê da destpêkirin. Şaredariyê sedema kêmbûna projeyên xizmetguzariyê spart êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî herêmê.

Şaredariya Til Temirê dest bi projeya xwe ya yekemîn kir
12 kanûn, 2020   14:34
HESEKÊ

Li kolana Şehîd Îsmaîl a navenda navçeyê pirsgirêkên xetimandina xetên kanalîzasyonê hebûn, ku şênî ji ber wê zehmetî dikişandin.

Li ser vê yekê Şaredariya Gel a navçeyê dest bi restorekirin û guhartina xetên kanalîzasyonê yên li kolanê kirin.

Endamê Rêveberiya Komîteya Fenî ya Şaredariyê Gel  Goran Mihemed got ku xebata restorekirina xetên kanalîzasyonê dê di kêmî heftiyekê de bi dawî bibe  û diyar kir ku niha ji bo xetên malan bigihînin xeta sereke kar dikin.

Têkildarî lawazbûna kar de Goran Mihemed ev yek destnîşan kir:"Îsal ji ber artêşa Tirk a dagirker ên li derdora navçeyê û gefên wê yên li ser herêmê me nekarî karên xizmetguzariyê bikin."

Di dawiyê de Goran Mihemed da zanîn ku wan nîqaşa projeyeke berfireh a kanalîzasyonan kirine, ku ew jî bi dirêjahiya 815 metreyan e û pêşbîn dikin ku di yek ji çariyeke çaremîna îsal de were pêkanîn.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nkdkYi-wXTE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>