Zaroka ku bombe di dest de teqiyabû, jiyana xwe ji dest da

Duh li bajarê Dirbêsiyê bombeyeke destê di destê 2 zarokên xwişkên hev de teqiyabû. Zaroka bi navê Zîlan Ebas li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Zaroka ku bombe di dest de teqiyabû, jiyana xwe ji dest da
12 kanûn, 2020   09:21
HESEKÊ

Duh bi êvarê bombeyeke destan di destê 2 zarokên xwişkên hev de, dema li bajarê Dirbêsiyê li nêzî Çerxerêya Serêkaniyê dilîst, teqiya. Di encamê de her du xwişk bi giranî birîndar bûbûn.

Tevî hemû hewldanan jî zaroka bi navê Zîlan Ebas a 6 salî li nexweşxaneyeke Qamişloyê jiyana xwe ji dest da.

(dm)

ANHA