ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12- 12-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12- 12-2020`AN
12 kanûn, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Li bajarê Dêrikê ji bo şermezarkirina peymana hikumetên Bexda-Hewlêrê ya li dijî Şengalê meşek tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Reqayê bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên Ii ser Eyn Îsayê û binpêkirina wê ji peymanên bi QSD'ê re pêk anîne, şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nûnerê qebîleya Şerabîn li kantona Hesekê diyar kir ku QSD'ê ji planên ku li pişt perdeyên tarî yên li dijî wê têne kirin hişyar e û got, Tirkiye piştgiriyê dide bûyerên sûîqestê yên ku çeteyên DAIŞ'ê li Dêrazorê pêk tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê yên li navçeya Şêrawayê bi cih bûne, got ku her çi qasî artêşa Tirk ji bo vegera li warên xwe astengiyan derxînin û êrişî Şêrawa û gundewarên kantona Şehbayê bikin jî, ew ê berxwedana xwe berdewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên gundewarê Kobanê nerazîbûn nîşanî durûtiya helwesta Rûsya ya li hemberî sûcên dewleta Tirk dan û bang li hêzên Rûsya û hikumeta Şamê kirin ku helwesta xwe ya li hemberî van sûcan zelal bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Parlamentoya Lîbyayê Îbrahîm El-Dirzî got: "Ji ber rewşa aborî ya xirab a li Tirkiyê û cenazeyê Ewropa û Amerîkayê yên li dijî Enqerayê, toqa di stûyê Erdogan de êdî teng dibe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin ku hikumeta Şamê hîna bi hişmendiya xwe ya berê ve girêdayî ye ku aloziyê gurtir dike û gotin: "Yên ku li Cinêvê dan û standinan dikin, ew in ên ku teror anîne û sedema wêranbûna Sûriyê ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Çalakgereke amerîkî diyar kir, ku welatê wê bi sûcên revandinê yên li Efrînê têne meşandin, dizane, lê tevî vê yekê cezayan li Tirkiyê yan jî li komên bi navên qaşo artêşa Niştimanî ferz nake. (BI WÊNE).

KURISTAN

- Şêniyên ku bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştine gotin: "Rêber Abdullah Ocalan ji hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî daniye, ji ber vê yekê dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser wî ferz kiriye da ku pirsgirêk neyên çareserkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA