Di Roja Cîhanê ya Mafên Mirovan de banga bidawîkirina hemû cureyên tundiyê hate kirin

Meclisa Jinan a Sûriyê Nivîsgeha Helebê diyar kir ku li seranserî cîhanê bi taybet li Sûriyê mafên mirovan paş ketiye. Meclisê bang li aliyên têkildarî kir ku rola xwe aktîv bikin û hemû cureyên tundî û qirkirinê rawestînin.

Di Roja Cîhanê ya Mafên Mirovan de banga bidawîkirina hemû cureyên tundiyê hate kirin
10 kanûn, 2020   15:12
HELEB

10'ê Kanûnê Roja Cîhanê ya Mafên Mirovan e, ku Neteweyên Yekbûyî sala 1948'an ragihand.

Bi vê boneyê Meclisa Jinan a Sûriyê Nivîsgeha Helebê bi amadebûna bi dehan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên taxa Şêxmeqsûd daxuyanî dan.

Endma meclisê Rewa Bakîr daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Bi bo boneya Roja Mafên Mirovan a cîhanê û bi nêzîbûna bi dawîbûna sala 2020'an, em dibînin ku sîstemên kapîtalîst ên cîhanê hîna di krîzên xwe de diheje û derxistina van krîzan ji bo herêmên Rojhilata Navîn didomîne da ku temenê van krîzan dirêj bike. Sîstemên kapîtalîst gel, netew, nasname, etnîk, çand, ol û mezheb li hemberî hev derdixîne."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku qada şer berfireh bûye û rêjeya welatên ku têne dagirkirin zêde bûne û wiha hate domandin: "Diyardeyên koçberî û koçberkirina bi zorê, guhertina demografî, wêrankirina şûnwar, ekolojî û xwezayê, hejarî, bê karî, bilindbûna buhayê kel û pelan, destdirêj bi awayekî zêde bûye. Ev hemû siyaseteke plankirî ye, armanc jê qirkirina civakan û qirkirina jinan di hemû qadên jiyanî de ye da ku vîna gelan bi giştî û jin bi taybet puck bike."  

Meclisa Jinan a Sûriyê got, li tevahî cîhanê û Sûriyê bi taybet mafên mirovan gelekî paşde ketiye û rola rêxistinên navneteweyî ya ji bo vegerandina ewlehî û aştiyê lawaz bûye û ev tişt hatin diyarkirin: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsa, dagirkirina hin beşên ji xaka Sûriyê mîna Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Cerablus mînakên vê yekê ne. Ev hemû dagirkirin û êriş encamên nakokiyên fikirî, îdeolojî yên di navbera modernîteya kapîtalîst û hêzên demokratîk in."

Meclisa Jinan a Sûriyê Nivîsgeha Helebê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevahî rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan kir ku rola xwe di pêkanîna peyman û belgeyên navneteweyî de pêk bîne û kesên mafên mirovan binpê dikin muhasebe bikin, her wiha hemû cure tundî û qirkirina sîstematîk bi dawî bikin, tedbîrên pêwîst bigirin da ku welatî li xaka Sûriyê vegerin û dewleta Tirk darizîne."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o9TJPXRvpx8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>