Çalakiya konvedanê ya piştgiriya bi asayîşa Êzidxanê re didome

Şêniyên Şengalê di çalakiya xwe ya piştgiriya bi asayîşa Êzidxanê re bi îsrar in. Çalakî di roja 9`emîn de didome.

Çalakiya konvedanê ya piştgiriya bi asayîşa Êzidxanê re didome
10 kanûn, 2020   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya ku şêniyên Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja 9’emîn de bi beşdariya komên nû berdewam dike.

Welatiyên Şengalê di çarçoveya peymana ku di navbera Bexda û Hewlêrê de li dijî Şengalê hatibû muhrkirin de çalakî dabûn destpêkirin. Ev çalakiya destekdayîna asayîşa Êzidxanê, bi şêwazê konvedanê di 2’yê Kanûna 2020’an de li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê hatibû destpêkirin.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em Hemû Asayîş in, Asayîşa Me Rûmeta Me Ye” hatiye destpêkirin û her roj ji aliyê komek nû ve tê birêvebirin, ket roja xwe ya 9’an.

Di roja 9’emîn de komên nû yên komelgehên Borik û Duhola çalakî dewr girt. Çalakî didome.