Di xwepêşandanên li Silêmaniyê de zarokek hat kuştin û 2 kes jî birnîdar bûn

Di xwepêşandana li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê de zarokekî 16 salî hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Di xwepêşandanên li Silêmaniyê de zarokek hat kuştin û 2 kes jî birnîdar bûn
7 kanûn, 2020   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê jî welatî carek din li dijî nedana muçe û sîstema hikûmraniyê dest bi xwepêşandanê kirin. Xwepêşanderan rêya sereke ya Kerkûk-Silêmaniyê girtin. Hêzên ewlehiyê ji bo belavkirina xwepêşanderan bi guleyan êrişê xwepêşanderan kirin.

Berdevkê Tendirustiya Çemçemalê Dixtor Şerîf, ragihand di xwepêşandana Çemçemalê de zarokekî 16 salî hatiye kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên hatin wergirtin, zarokê jiyana xwe ji dest daye, navê wî Adem Yehya ye, ji aliyê parêzvanên Şaxa 19’an a PDK’ê ve hatiye kuştin.

Çavkanî: Rojnews