Şîrketa Alîkariyê ya Navneteweyî: Sûriye cihê herî xeternak di sala 2021'an de ye

Şîrketa Alîkariyê ya Navneteweyî eşkere kir ku Sûriye, Lîbyayê û Afganistan di sala 2021'an de  welatên herî xeternak ên cîhanê ne.

Şîrketa Alîkariyê ya Navneteweyî: Sûriye cihê herî xeternak di sala 2021'an de ye
2 kanûn, 2020   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Daily Mail a Brîtanî, Şîrketa Alîkariyê ya Navneteweyî ragihand ku 5 deverên herî xeter divê di sala 2021`an de neyên serdankirin.

Şîrketa Alîkariya Navnetewî Sûriye, Lîbyayê, Afganistan, Iraq û Komara Afrîkaya Navîn wekî 5 deverên herî xeternak ên li ser rûyê erdê destnîşan kir.

Li gorî şîrketê, Greenland, Swîsre, Slovenya, Norwêc, Fînlandiya û Danîmarka, Ras Exder, Anguilla, Girava Trix û Caicos, dewletên herî bi ewle ne.

(dm)