Şêniyên Silêmaniyê xwepêşandaneke girseyî li dar dixin

Şêniyên Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê ji ber nedayîna mûçeyan herikîn qadan.

Şêniyên Silêmaniyê xwepêşandaneke girseyî li dar dixin
2 kanûn, 2020   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran şêniyên bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê li ber Baxa Giştî kom bûn û bi dirûşmeya ‘Birûxe hikûmet’ dest bi xwepêşandanê kirin. Her wiha daxwaza dayîna mûçe û başkirina rewşa gel kirin.

Hêzên ewlehiyê mûdaxaleyî beşek xwepêşandaran kir, lê xwepêşandar li ser biryara xwe bi îsrar bûn ku ber bi Deriyê Sera ve biçin.