Çeteyên Tirk li Efrînê zarokek jî di nav de gelek sivîl revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek sivîlên Efrînê ku di nava wan de zarok jî hebûn, revandin. Çarenûsa kesên hatine revandin hîna ne diyar e.

Çeteyên Tirk li Efrînê  zarokek jî di nav de gelek sivîl revandin
30 mijdar, 2020   09:36
ŞEHBA

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên kantona Efrînê ya dagirkirî dewam dikin.

Çavkaniyekî ji navçeya Şiyê ragihand ku çeteyên koma bi navê “Sultan Silêman Şah”, Emşat û Lîwa Weqas ê girêdayî artêşa Tirk a dagirker gelek sivîl ji gundên navçeyê revandin.

Çavkanî, navên kesên ku di demên cuda yên vê mehê de hatine revandin, eşkere kir.

Li gorî çavkanî, Mîkayil Mihemed (34) di 25`ê Mijdarê de ji aliyê çeteyên Lîwa Weqas ve hate revandin.

Çeteyan her wiha di 27`ê Mijdarê de 2 jin û zarokekî ji gundê Anqelê revandin û navên wan wiha ne: Nûrhan Kêlo (55), Cozfîn Mihemed (35) û Cofan Ehmed (14).

Çavkaniyekî din ji gundê Çeqela navîn ê girêdayî navçeya Şiyê ragihand ku çeteyên Emşat mixtarê gund ê bi navê Bekir Reşolîk revandin û li hemberî berdana wî 500 dolar ji malbata wî xwestin.

Çarenûsa sivîlên hatine revandin hîna ne diyar e.

(cx)

ANHA