Li Reqayê berhema zeytûnan kêm e, lêçûn zêde ye

Li Reqayê berhema mewsima zeytûnan a îsal li gorî par kêm e, lê buhaya lêçûna givaştin û veguhestinê bilind e. Xwediyê kargeheke givaştina zeytûnan sedema vê yekê spart zêdebûna lêçûna heqdestiyê û pileya germahiyê.

Li Reqayê berhema zeytûnan kêm e, lêçûn zêde ye
Li Reqayê berhema zeytûnan kêm e, lêçûn zêde ye
Li Reqayê berhema zeytûnan kêm e, lêçûn zêde ye
Li Reqayê berhema zeytûnan kêm e, lêçûn zêde ye
Li Reqayê berhema zeytûnan kêm e, lêçûn zêde ye
Li Reqayê berhema zeytûnan kêm e, lêçûn zêde ye
29 mijdar, 2020   07:47
REQA – EHMED ESAF

Li Reqayê mewsima zeytûnan ji mewsimên girîng in ku jêdera sereke ya debara piraniya şêniyan e.

Şêniyên Reqayê bi destpêka avakirina projeya avdanê li herêmê dest bi çandina zeytûnan kirin.  Hejmara darên zeytûnan ji sala 2000'î heya niha 3 milyon dar in.

Şênî di metirsiyê de ne ji be ku berhema îsal li gorî par kêm e û dibe ku lêçûnên heqdestiya karkeran, veguhestin û givaştinê dernexîne.

Cotkarê bi navê Ehmed Salih ê ji gundewarê bakurê Reqayê, 300 darên wî yên zeytûnan hene bal kişand ser cudabûna berhema îsal ji berhema par û got:  "Par her 5 kîlogram zeytûn kîlogramek zeyt dida, lê îsal her 8 kîlogram kîlogrameke zeyt derdixîne."

Ehmed Salih diyar kir ku heqdestê karkeran û lêçûna givaştinê bilind bûye û wiha domand: "Cotkar lêçûna heqdestê karkeran jî dide, ji bo her kîlogramekî 65 lîreyên Sûrî ye. Lêçûna givaştina her kîlogramek zeytûn jî 65 lîreyên Sûrî ye."

Têkildarî bilindbûna lêçûna givaştinê, Îbrahîm El-Elî yê kargeheke wî ya givaştina zeytûnan li gundewarê bakurê Reqayê heye, diyar kir ku ji ber lêçûna restorekirina alavan, sotemeniyê û heqdestê karkeran buhayê givaştinê bilind bû. Li gorî El-Elî buhaya givaştinê ya par 20 lîreyên Sûrî bû, îsal kirine 65 lîreyên Sûrî.

Derbarê kêmbûna berhema îsal li gorî par, Îbrahîm El-Elî destnîşan kir ku pileya germahiyê ya Tebaxa borî de bandoreke neyinî li zeytûnan kir û bû sedem ku miqdarê zeytê kêm be.

Gerînendeya Çandiniyê ya Reqayê bi desteka Komîteya Aborî bi vekirina kanalên avê û belavkirina sotemeniyê destek da cotkarên zeytûnan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/b9o1DoVi1z4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>