Li Şengalê çalakiya mertalên zindî dewam dike

 Bi dirûşma “Çiyayên Şengalê rûmeta me ne, em ê rûmeta xwe biparêzin”çalakiya mertalên zindî yên ciwanên Êzidî yên Şengalê dewam dike.

Li Şengalê çalakiya mertalên zindî dewam dike
28 mijdar, 2020   09:20
ŞENGAL

Çalakiyê beriya du rojan destpê kiribû. Yekitiya Ciwanên Êzidî û Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî li herêma Amûde li ser rêya ku diçe herêma “Çil Mêre” ku li lutkeya çiyayên Şengalê re, konê çalakiyê vedan, da ku li hemberî hewldanên hêzên Iraqê ku niyet dikin li çiyayên Şengalê bi cih bibin, bibin mertalên zindî.

Bi dehan ciwanên Êzidî yên ji Şengalê beşdarî çalakiyê bûne.

Hemwextî wê yekê, Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Dijwar Feqîr duh serdana konê çalakiyê kir û tekez kir ku tevgerên wan li gorî berjewendî û daxwazên şêniyên Şengalê ne.

Dijwar Feqîr destnîşan kir ku ew ê biryara gelê Êzidî pêk bînin û ew ji bo parastina destkeftiyên gelê Şengalê amade ne.

Çalakiya konvedanê ya ji bo redkirina peymana di navbera hikumeta fedral a Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê de ya girêdayî Şengalê ku bêyî nêrîna gelê Şengalê hate îmzekirin, dewam dikin. Gelê Êzidî her wiha şandina leşkerên Iraqê ji bo Şengalê, red dikin.

(cx)