'ENKS di sûcên dagirkeriyê de şirîk e'

Şêniyên Efrînê yên hatine koçberkirin bal kişandin ser bêdengiya nûnerên ENKS'ê û gotin: "Bêdengiya wan tê wateya ku ew jî şirîkê sûcên dagirkeriya Tirk in."

'ENKS di sûcên dagirkeriyê de şirîk e'
28 mijdar, 2020   08:32
HELEB – MIHEMED EBDO

Wêneyên nûnerê ENKS'ê yê di îtîlafa Sûriyê de Abdullah Gedo ku fatîheyê li ser gora çeteyekê artêşa Tirk a dagirker dixwîne, di tevna civakî de, belav bûn. Şêniyên Efrînê nerazîbûnan nîşanî vê yekê didin.

'DILOVANÎ JI BO QATILÊN HEVRÎN XELEF BÊRÛMETÎ YE'

Şêniyê bi navê Diyar Mihemed ev nêzîkatiya ji aliyê ENKS'ê ve şermezar kir û got: "Yên xwe wekî siyasetmedarên kurd ên ji salên 70'î de hesab dikin, em dibînin ku îro dilovaniyê ji rihê çeteyan re dixwazin."

Mihemed destnîşan kir ku li şûna ku ENKS ji bo parastina ziman û çanda kurdî li Efrînê ji sûcên dagirkeriya Tirk re kar bike, îro piştgiriyê dide kiryarên çeteyan.

Diyar Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: "Dilovanî ji bo qatilên Hevrîn bêrûmetî ye û nayê qebûlkirin."

Şêniyê bi navê Can Mistefa jî ev kiryar bi "Îxaneta li hemberî doza kurd" bi nav kir û got: "Divê di rûpelên dîroka reş de werin xêzkirin. Çawa nûnerên ENKS'ê dilovaniyê ji rihê qatilên Kurdan re û yên ku milkên Kurdan ji bo xwe helal kirine, talan kirine û dizîne, dixwazin."

Mistefa destnîşan kir ku "Diviyabû ENSK ji bo komkirina belge û îsbatên sûcên dagirkeran bixebitiyana û radestî Neteweyên Yekbûyî bikirana da ku mafên koçberan vegerandana. Qet nebûya, dikaribûn rastiya ku li Efrînê rû dide bigihandana cîhanê.”

'DI SÛCÊN DAGIRKERIYÊ DE ŞIRÎK IN'

Şêniyê bi navê Almaz Elî bal kişand ser berxwedana 58 rojan a li bajarê Efrînê û destnîşan kir ku diviyabû ku ENKS wê demê piştgirî dabaya vê berxwedanê, ne ku niha nûnerên wê biçin dilovaniyê ji kuştiyên çeteyan ên ku şêniyên Efrînê koçber kirin û milkên wan talan kirin re bixwazin.

Almaz Elî diyar kir ku sûcên kuştinê yên di girtîgehên çeteyan de û tundiya li ser jinan ên li herêmê dagirkirî li pêşiya guh û çavên nûnerên ENKS'ê tên pêkanîn. ENKS Jî şirîkên wan sûcan e.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WAqLnfxf_qs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>