`PKK ji bo gelê Kurd hêvî ye`

PKK di salvegera xwe ya 42`yan de ji bo gelê Kurd û gelên herêmê bû hêviyek ku xewnên xwe bi cih bînin, çarenûsa xwe diyar bikin û li ser xaka xwe ya dîrokî bijîn.

`PKK ji bo gelê Kurd hêvî ye`
27 mijdar, 2020   05:29
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Bi boneya salvegera 42`yan a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), malbatên şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê têkildarî hebûna PKK`ê li qada kurdî, li her çar parçeyên Kurdistanê ji ANHA`yê re axivîn. Mihemed Ebdulezîz got: “Dema em behsa PKK`ê dikin, em dikarin bêjin ku ew partiya zanîn û partiya şehîdan e, ya ku wijdana mirovahiyê hemû parast.”

Ebdulezîz wiha domand: “Gelê Kurd di gelek deman de, hêviya xwe bi şoreşên ku rabûne, winda kir. Bi taybet piştî bidawîbûna şoreşên klasîk ên êlan, ên ku ji hêla dewletên mêtînger û dagirker ve hatin tunekirin. Şansê gelê Kurd heye ku PKK derket. PKK xwedî fikr û zanistê ye. Damezrînerên wê, têkoşerên rastîn û xwedî fikr û bawerî ne. Îro ew ji bo ku gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe, hêviya tekane ye.”

Ebdulezîz destnîşan kir ku fikr û felsefeya damezrînerê PKK`ê Abdullah Ocalan, li cîhanê deng veda. Bi saya projeya rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê li ser bingeha biratî, jiyana aştiyane û edaleta civakî dijîn. Her wiha got: "Gelan bi têkoşîna xwe ya hevbeş, Rêveberiya Xweser ava kir. Ev rêveberî ji hikumetên xwedî tecrube baştir, bi sazûmanî kar dike.”

Dayîka du şehîdan Rebîa Mihemed jî diyar kir ku wê bi saya fikrê rêber Abdullah Ocalan PKK nas kir û bi rêya naskirina rêber Abdullah Ocalan û armancên wî, bi PKK`ê ve hatin girêdan.

Rebîa wiha pê de çû: “Ne ji serok bûya, me nirx û mafên jinan ên ku bûbûn hêsîrê urf û adetan nas nedikir. Serok Abdullah Ocalan rê da jinan ku rola xwe di tevahiya warên jiyanê de bilîzin.”

Her wiha Rebîa bi bîr xist ku PKK`ê gelên herêmê di têkoşîn, fikr û jiyana hevbeş de kirin yek. Ew bû sedem ku gelên herêmê veguhestina fikran û jiyana bi hev re nas bikin.

Dayîka du şehîdan Selma Hesen wiha hestên xwe rave kirin: “Gelê Kurd beriya hatina PKK`ê tune bû. Bi saya Serok û PKK`ê, gelê Kurd rolek di herêmê de lîst bi taybet li gel hebûna dewletên dagirkerên Kurdistanê.”Selma piştrast kir ku ew dê şopdarên rêya PKK`ê bin, ji ber ku PKK`ê ji bo azadiya gelê Kurd fedekariyên mezin pêşkêş kirin ku beriya wê, tu serokên şoreşên kurdan ew pêşkêş nekirin.

Selma di dawiya axaftina xwe de got: “Dayîkên şehîdan soza şopandina têkoşîna PKK`ê da. Ji bo serkeftina partiyê dê erkên xwe bînin cih. Ji ber ku ev partî ji bo azadî û rûmeta gelan fedekariyên bêhempa pêşkêş kirin. Ne ji wê bûya, gelê Kurd ê ku di destpêkê de şert û mercên dijwar derbas kirin heta ku gihaştin vê pêvajoya dîrokî, tune bû.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wcGqp1J_9Iw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>