Bekir Elo: Divê hikumeta Şamê dewleta Tirk ji axa Sûriyê derxe

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê Bekir Elo got: “Rûsya ji bo bidawîkirina dorpêça hikumeta Şamê ya li ser koçberên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin, soz dabû, lê wê sozên xwe neanîn cih.”

Bekir Elo: Divê hikumeta Şamê dewleta Tirk ji axa Sûriyê derxe
27 mijdar, 2020   04:26
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Hikumeta Şamê dorpêçeke tengav li ser kantona Şehbayê ferz dike. Li kantonê bi hezaran koçberên Efrînê yên ku di encama êrişên dagirkirinê yên artêşa Tirk û çeteyên wê yên sala 2018`an Efrîn de koçber bûn, dimînin.

Ruxmî rexne û bangawaziyan lê hikumeta Şamê serhişkî dike û dorpêçê didomîne.

Bendên kontrolê yên girêdayî wê, nahêlin madeyên xwarinê, tenduristî, sotemenî û heta pirtûkên xwendinê derbasî kantona Şehbayê bibin.

` LI HEMBERÎ DORPÊÇÊ BERXWEDANÎ `

Derbarê vê mijarê de hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Efrînê ya dagirkirî, Bekir Elo got: “Li hemberî tevahiya komployên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bilî berxwedanê tu rê tune ye. Nexasim siyastên hikumeta Şamê yên li hemberî koçberên Efrînê yên ku beşek ji gel û erdnîgariya Sûriyê ne.”

Elo siyasetên hikumeta Şamê rexne kirin û wiha domand: “Li şûna ku bi ferzkirina dorpêçê li ser koçberên Efrînê û tengavkirina wan mijul bûye, bila biçe dewleta Tirk muhesebe bike, bila artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Sûriyê derxe, erdnîgariya Sûriyê û gelê wê biparêze.”

Elo bal destnîşan kir ku siyasetên hikumeta Şamê temenê aloziya Sûriyê dirêj dikin, çareseriyê asteng dikin û berjewendiyên dijminên gelê Sûriyê pêk tînin.

`KIRINÊN HIKUMETA ŞAMÊ Û DEWLETA TIRK JI HEV NE CUDA NE`

Elo siyasetên hikumeta Sûriyê yên li hemberî koçberên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin, bi kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên terorîst ên li dijî şêniyên ku li Efrînê mane, şibihandin û got: “Ji hev ne cuda ne.”

`RÛSYAYÊ SOZ DA, LÊ SOZÊN XWE NEANÎN CIH`

Di nava gotinên xwe de Bekir Elo da zanîn ku Rûsya ji bo ku hikumeta Şamê neçar bike dev ji kirinên xwe yên li dijî koçberên Efrînê berde, soz da ku dê zext lê bike. Lê sozên Rûsya bê fêde bûn. Hikumeta Şamê binpêkirinên xwe zêde kirin û bi zanabûn didomîne.

Têkildarî bangawaziyên hikumeta Şamê ji bo vegera penaberên Sûriyê yên li derve ji welatê re, Elo ev tişt destnîşan kir: “Hikumeta Şamê siyasetên xwe yên dijminahî li dijî koçberên Efrînê didomîne. Li aliyekî din ve jî bang li penaberên Sûriyê dike ku vegerin. Gelo ev çawa dibe, em li ser axa Sûriyê ne û siyaseta birçîbûn û teslîmbûnê li dijî me pêk tîne!”

`KOÇBERÊN EFRÎNÊ LI REX RÊVEBERIYA XWE NE Û RASTIYÊ NAS DIKIN`

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Efrînê piştrast kir ku koçberên Efrînê wê li rex rêveberiya xwe bin, êdî rastiya armancên hikumeta Şamê û hinek aliyên ku diwazin gel ber belav bikin, dizanin.

Bekir Elo di dawiyê de berxwedana şêniyên Efrînê li kantona Şehbayê û di nava kampan de silav kir û da xuyakirin ku armanca wan a sereke vegera warên xwe ye û derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê ye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/jO8_rg8mhZE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>