Rojnameyên erebî: Aloziya opozîsyona Sûriyê kûr dibe

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê, Lîbya û Lubnanê de nivîsîn, her wiha têkiliyên Iraq û Amerîkayê jî di rojevê de bûn.

Rojnameyên erebî: Aloziya opozîsyona Sûriyê kûr dibe
25 mijdar, 2020   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

'ALOZIYA OPOZÎSYONA SÛRIYÊ KÛR DIBE'

Der barê mijarê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Du rojên dawiyê, arîşeyên mezin çûbûn di nava aliyên opozîsyona Sûriyê ya li Tirkiyê de, piştî ku koalîsyona Sûriyê ragihand ku wan komîseriya hilbijartinan ava kiriye, ji bo amadekariyên hilbijartinên serokatiyê ku tê payîn Tîrmeha sala bê were lidarxistin.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Piştî ku komîseriya hilbijartinên serokatiyê hate ragihandin, pir bertekên li dijî vê biryarê derketin, lewma serokê koalîsyona Nesir El-Herîrî xwe paşde kişand, serokê desteya diyalogê jî Enes Ebde diyar kir ku dê careke din li biryarê vegerin û dê neyê pêkanîn, ev yek bû sedema belavbûn û tevliheviya opozîsyonê.”

'JI TIRSA KU DESTHILATDARIYA WÎ BELAV BIBE ERDOGAN DEST JI HEVKARÊ XWE YÊ DÎROKÎ BERDIDE'

Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Hevkarê dîrokî yê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan (Bulent Arinç) roja sêşemê ji karê xwe yê şêwirmendiya serokatiyê îstîfa kir, piştî ku xwest girtiyên siyasî yên dijber bêne berdan, li ser wê xwestekê rastî êrişeke tund hat ji aliyê MHP`ê ve ku hevparê hikumetê ye.

Çavdêr dibêjin ku Erdogan ji tirsa ku koalîsyona desthilatdar têk biçe, dest ji şêwirmendê xwe Arinç berda, ji ber ku eger koalîsyon têk biçe ku dê di pergala siyasî de tevlihevî çêbe û di encamê de dê hilbijartinên serokatiyê û yên parlemanê yên pêşwext bêne lidarxistin, xuya ye ku AKP jî ne amade ye bikeve hilbijartinan, ji ber aloziya aborî ku hiştiye ew partî bi paş bikeve.”

'XEBATÊN KOMÎTEYA LEŞKERÎ YA LÎBYAYÊ BI PÊŞ DIKEVIN'

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî mijarê wiha ivîsî: "Berpirsekî artêşa neteweyî ya Lîbyayê bi fermandariya Xelîfa Hefter diyar kir ku komîteya leşkerî ya hevbeş ku ji (5+5) pêk tê, bi şandeya hêzên hikumeta Wîfaqê re der barê veguhastina dîlên şer de li hev kir.

Di vê çarçoveyê de arîşeya di navbera Enqere û Berlînê de bilind bû, piştî ku keştiya Almanyayê, gemiyeke bar a Tirkiyê ku li Deryaya Spî bû û berê wê li bendera Misrata ya Lîbyayê bû, rawestand û kontrol kir.

Wezîra parastinê ya Almanyayê Angret Crab Carnbaro jî got berteka Tirkiyê der barê mijarê de bê wate ye.

‘FEYLEQ EL-QUDS BI KAZIMÎ RE ÇI GOTÛBÊJ KIR?’

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameya El-Exbar a Lubnanê nivîsî: "Serdana fermandarê "Feyleq El-Quds" Îranê Îsmaîl Qanî ji bo paytexta Iraqê Bexdayê, pir aliyên wê hene, bi taybet aliyên wê yên herêmî û navdewletî.

Der barê paşxaneya vê serdanê de, hin çavkaniyên agahdar diyar kir ku Tehran dixwaze hin mijaran bi rayedarên Iraqê re piştrast bike, yek ji wan dixwaze bizane ka Amerîka dê hêzên xwe ji Iraqê vekişîne, her wiha dixwaze bibîne ka “komên berxwedanê yên Iraqê” amade ne ku bersiva “ehmeqiyên” tîma serokê Amerîkayê Donald Trump bidin, eger tiştek çêbû.”

'MIJARA AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ DANÎN ALIYEKÎ'

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Nehar nivîsî: "Li gorî geşedanên hundirîn ku di seatên dawiyê de li Lubnanê rû dan, xuya dike ku mijara avakirina hikumeta nû hatiye paşxistin û hin tiştên nû ketine pêş ku hin tiştên bi guman in, armanca wan mijara avakirina hikumetê dereng bixin."

(kn)