ꞌHer ku jin bîrwer dibin, tundiya li ser wan zêdetir dibeꞌ

Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star  ya Navçeya Dirbêsiyê Rûken Hemo diyar kir ku her çi qasî jin bîrwer dibin û mafên xwe nas dikin, tundiya li ser jinan zêdetir dibe. Rûken Hemp bang li tevahî jinan kir ku bi xurtî li hemberî vê diyardeyê bisekinin.

ꞌHer ku jin bîrwer dibin, tundiya li ser wan zêdetir dibeꞌ
25 mijdar, 2020   07:44
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bingeha biryara 54-134'an 25`ê Mijdarê wekî Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ragihand. Dîroka vê rojê vedigere sala 1960'î ku bi fermana diktator Rafael Trujillo li Komara Domînîkî sê xwişkên Mirabalê yên çalakgerên siyasî hatin qetilkirin.

Her çi qasî ku ji bo rawestandina tundiya li dijî jinan platformên têkildarî kar û barên jinan, rêxistin û saziyên peywendîdar ên parastina mafên jinan dikin, însiyatîf kiribin, lê li tevahiya dewletan rêjeya tundiya li ser jinan zêdetir dibe, nexasim li herêmên dagirkirî û yên şer lê heye.

Endama Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star a Dirbêsiyê Rûken Hemo der barê tundiya li ser jinan de axivî û anî ziman ku her jin bîrwer dibin û xwe bi rêxistin dikin, asta tundiya li hemberî wan zêdetir dibe.

ŞOREŞÊN DIJBER

Rûken Hemo bal kişand rola jina di şoreşa Rojava de û wiha pê de çû:"Şoreşa Rojava ya ku 19`ê Tîrmehê li Kobanê dest pê kir bi navê şoreşa jin hate naskirin. Di pêvajoya şoreşê de gelek guhartin di civakê de çêbûn, ji bo jinan projeyek hate avakirin, jinan di qada siyasî, leşkerî û dîplomatîk de gav avêtin û gihaşt asta avakirina sîstema hevserokatiyê, ev jî sedemeke ji sedemên ku hişt asta tundiya li ser jinan zêdetir bibe."

Rûken Hemo diyar kir ku Şoreşa Rojava ya ku ji bo azadiya jin û gelên herêmê rabû, ji aliyê mêran ve rastî gelek şoreşên dijber hat.

Endama Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star a Dirbêsiyê Rûken Hemo destnîşan kir ku şoreşên dijber hîn jî girêdayî urf û adketên îslamî û civakî yên ku li ser jinan têne ferzkirin, ev jî dihêle tundiya li ser jinan zêdetir bibe û di bin navên cuda de tên qetilkirin.

ÊRIŞÊN LI SER JINAN

Rûken Hemo îşaret bi êrişên artêşa Tirk kir û wiha axaftina xwe dewam kir:"Di çarçoveya tundiya li dijî jinan asta sûcên li dijî jinan zêdetir bû, mînaka wê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe siyasetmedar Hevrîn Xelef û tevgera jinên banga azadiya jinan dikin, kirin armanc."

13`ê Cotmeha 2019'an çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê Sûriya Hevrîn Xelef li ser rêya M4`ê şehîd xist.

Rûken Hemo da zanîn ku hêzên dagirker bi hemû rêbazan hewl didin jinan bikin armanc, ji ber dizanin ku heke jin azad bibe dikare civakê jî bi xwe re azad bike.

RÊXISTIN BÊDENG IN!

Rûken Hemo di dawiya gotina xwe de destnîşan kir ku tevî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêxistinên mafnasan belge kirin, lê dîsa jî raya giştî bê deng e.

Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star  ya Navçeya Dirbêsiyê bang li jinên cîhanê û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi xurtî li hemberî tundiya li ser jinan bisekinin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GInlqeH24bE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>